Merhaba xwendevanên ezîz,
Min bloga xwe ji bo kurdîyeke akademîk ji bo kurdîyeke standart… Henek henek😊
Em dev ji fobîyan berdin li dû hobîyên xwe herin. Me gotibû
çi? Berhevkarî.
Hobîya min a herî mezin bûye berhevkarî, ez hêdî hêdî tameke
mezin ji berhevkariyê digrim. Ji bo vê tamê spasiya Weqfa Mezopotamyayê , Weqfa
Bahoz Baran û Weqfa Mîkaîl Bulbul dikim. Ez hewil didim ku li bajar û gund û
deverên kurdan çi di tûrikên kal û pîrên me de hene vala bikim. Bi slogana “Hûrik
hûrik dagire tûrik.” Helbet tûrik teqabûlê folklora kurdî ye (çîrok ,meselok
tiştanok, stran, biwêj, gotinên pêşîyan, qesîde, beyt û hwd.) Lê ez ê giranîya
xwe bidim ser çîrokan, kesên ku çîrokbêj in dikarin li hev bînin guhê xwe bidim
wan, ne tenê guh😊
Dengir û kamera û trîpot jî bidim wan bila di nav tûrikên wan de bihelin.
Piştre tiştên helandî îja kom bikim deşîfrasyona wan bikim û
bi we ra parve bikim da ku hûn jî bihelin. Bi rastî çîrok wêneyeke neteweya
kurdan e, di warê jiyana civakî de. Çîrokên gelê kurd zehf dewlemend in lê
mixabin ku pir nehatine berhevkirin. Welhasil hêvîya min ew e ku ev kar di nav
ciwanên me de çalaktir û zindîtir be, şevbihêrkên me çitirtir be, bila gotinên
êvaran neçin qulê dîwaran heyra!! De ka em binêrin, gotinên ku ket nav dev û diranan em ê kom bikin
li nav gund û şaristanan.
Ji bo berhevkariyê di van rojên nêz de bloga min û qanala
min a Youtubê ewê bibin xilamiyên hev.
We go erê?
-Erêêêê!😊
Blog ji bo
deşîfrasyon û wêne û çend tiştên ekstra. Qenela Youtubê ji bo qeydkirina
vîdeoyan.
Li bendê bin ,li xwe miqate bin. Emanetê qencîyê bin.
fragmanimsî