26 Nisan 2018 Perşembe

Şengilo Mengilo



Vebêj

Go hebî tinebî, bizineke kûvî hebît sê heb kehrikê wî hebî navê yekê şengilo bî yey mengilo  yey çiqilo. Bizin sibê derî çêtikir ti çû êvarê dihat. Gazî dikir di go: - ji mi ra derî veken! Her rûj di çû dihat rojek hirçê dengê bizinê seh kir. 
Hirç çû gazî kir!

24 Nisan 2018 Salı

Çêleka Zerî



    Bi wesîleya Roza'ya berkeftî xizmeteke biçûk ji bo xelkê me.


     Hebû kes ji Xwedê meztir tinebû. Çêlekik zerî hebû û keçikik hebû di ber destê ap û amojna de bû. Amojna wê tîni her ro parîk nanê cehînî dixi tûrik û keçikê dişîni ber çêlekê o nanê genim jî didi zarokê xwi. Didi zarokê xwe keçik diheri çolê ber çêlekê keçik li ber çêlekê, birçî yi rûdinê o digrî. Digrî bi çêlêkê ‘r  dipeyivi dibê amojan mi her ro nanê cehînî didi mi, dibê ez nikarim vî nanî bixwim o carê wî nanê cehînî didi çêlekê, çêlek dixwi. Zikê çêlekê pir pê dişewiti o çêlek dibê, weri dibê, ser guhkî min wê av bê tê avê vexwi o dibê li ser guhkî mi ti çi te’amê Xwedê te’ala xweş bixwazi tê wiya bixwi, wê Xwedê bidi ser wî guhî tê bixwi.

19 Nisan 2018 Perşembe

HÊRIZ Û FELEQ



Ez vê çîroka min berhevkirî diyariyî bloga Roza Sierraya xweşik û çak û çalak dikim.




Yek hebû yek tunebû, jin û mêrek hebû. Navê jinikê Hêriz û ê mêrik jî feleq bû. Hêriz û feleq du kesê pir kawik û bêhiş bûn. Hêriz û Feleq ji bo dermalê mîhek serjêkirini û kirini qelî. Keçikek wan î zewicî hebû. Rabûn gotin em ê herin cem keçka xwe. Qelîya wan di beroşê di, dest bi haziriya çûnê kirin.

15 Nisan 2018 Pazar

Şêr û Rêvî




Şêr nexweş ket temama heyweneta hat serlêdana wî û rêvî nehat. Dibê gur rabû hat fesadiya wî kir. Gur go - Binêre ya Usta! Ev rêvî heywankî xayîne em temam hatin serlêdana te û binêr ew nehatiye. Şêr go - Welle werêye. Û rêvî bihîst, rêvî hat hizûra şêr û wa tun da xwe pîs kir. Şêr go – Rêvî! Go - Hê Go - Xwedê zane tu xayîni yaw ez nexweş ketim û hewqas erqedaş hatin tu nehat kû da bûy?

6 Nisan 2018 Cuma

DÎK Û PÎRÊ

                                                                       
Pîrê dan kutan û rabû danê xwe raxist. Danê xwe raxist û dîk hat çû ser danê wê xwar. Pîrê jî şûjikek avêt qula çavê dîk xist ê çavê dîk kor kir û çavê wî derket. Çavê dîk derket û rabû got,
- Ez herim gilî! Pîrê çavê min kor kiriye ez herim gilî.
Rabû çû. Çû çû çû. Şekalê ban kir go,
-Dîk ha dîk!
Dîk go,
 -Quzilqurt û pazde firîk.
Şekal,
- Bêm çi?
Dîk go,
-Bê, dîko dikîl axa dermanê ber dil axa tê herî ku axa?
Şekalê go,
 -Dîko dîkil axa dermanê ber dil axa tê herî ku axa?
 Dîk go,
-Ez ê herim xur û xuristan bênim eskerkî giran bi ser pîra dudiran çavê min rijand seba xatirê libik dan.