Bi wesîleya Roza'ya berkeftî xizmeteke biçûk ji bo xelkê me.
Hebû kes ji Xwedê meztir tinebû. Çêlekik
zerî hebû û keçikik hebû di ber destê ap û amojna de bû. Amojna wê tîni her ro
parîk nanê cehînî dixi tûrik û keçikê dişîni ber çêlekê o nanê genim jî didi
zarokê xwi. Didi zarokê xwe keçik diheri çolê ber çêlekê keçik li ber çêlekê,
birçî yi rûdinê o digrî. Digrî bi çêlêkê ‘r dipeyivi dibê amojan mi her ro nanê cehînî didi
mi, dibê ez nikarim vî nanî bixwim o carê wî nanê cehînî didi çêlekê, çêlek
dixwi. Zikê çêlekê pir pê dişewiti o çêlek dibê, weri dibê, ser guhkî min wê av
bê tê avê vexwi o dibê li ser guhkî mi ti çi te’amê Xwedê te’ala xweş bixwazi
tê wiya bixwi, wê Xwedê bidi ser wî guhî tê bixwi.