Sitilîlê-19.04.2019 |
Slav li we civata hazir û naziran!
Min xwest bere bere arşîva xwe bi we re parve bikim. Divê devê keşkûl û tûrikên berhevkaran vekirî be. Tûrika min bi çîrok û sixêf û meselok û henekên Stililîyan re tije bûye. Hemin meha remezanê ye bila ev parvekirin jî bibe zikata Stilîliyan.
Par meha nîsanê ez, Evdik, Bermal û Miheme em ji Mêrdînê bi rê ketin. Bi stranên Seîd Yûsiv û Baxşî Şahmuradî me nema zanî rê çawa xilas bû. Em gihiştin Stilîlê.
Stilîlê yek ji gundên navçeya Nisêbînê ye û gundê hevalê min Ûsiv e. Bi minasebeta Ûsiv em bûn mêvana Stilîliyan.
Ji ber ku Ûsiv ne li gund bû kurê meta wî Mehmûd hat pêşiya me. Em ne mêvanên bêwext bûn rizqê me fireh bû û bi mazûvaniya Mehmûd rizqê me firehtir bûbû.
Pêşî ji bo bêhnvedanê me xwe berda nav şînahiyên Stilîlê. Em di nav gul û çîçekên rengo rengo re di nav darên hinaran re di nav gelî û çeman re derbas bûn. Em wekî hespê dîn bezîn û bezîn û me westa xwe hilda.
Min nedizanî Stilîlê bi çem û fêkî û şînahiyên xwe navdar e.
Bes min dizanî Stilîlê gundê Musa Anter e. Bi xemgînî û kelecaniyeke mezin em çûn ser gora Apê Musa.
'Zilm ne Qeder e.'
Apê Musa di pirtûka xwe ya "Çinara Min" de dibêje:
"Di sala 1951ê de ez çûm gund min çinarek çand. Niha du metre û nîv stûr û 50-60 metre jî bilind bûye. Ji xwe min divê ez tirba xwe di bin wê de çêkim."
Rihê te şad be Çinara Kurdan!
Bêguman tesîra rewşenbîriya Apê Musa li ser Stilîliyan kiribû. Dema behs dihat ser Apê Musa bi seatan behsa cenabê wî dikirin. Xwe wek zarokên Apê Musa didîtin.
Piştî ku baranê xweş kir me xatira xwe ji Apê Musa xwest û me berê xwe da mala Mehmûd.
Em şilopilo bûbûn heta me xwe ziwa kir Mehmud bi lez û bez sifreyeke xemilandî hazir kiribû.
Êdî êvar bû wexta şevbihêrkê bû.
Piştê şîvê em çûn mala Xalê Ewnî, hê em li ber deriyê malê bûn Xalê Ewnî dest bi henekan kir.
Civat xweş bû Xalê Abid, Xalê Latîf, Meta Şewqiya, Xaltiya Şukriya û Xaltiya Neîme li civatê hazir û nazir bûn. Çay li ser êgir dema xwe digirt û hundir germ bûbû.Weku em jî ji malê bin me qet xeribiya wan nekir û kela wan rabûbû dixwestin ku çi di tûrikên wan de hebin di carekî de vala bikin wekî kela miqilkê bûn.
Xalê Ewnî got:
" Çîrokê çîvanokê xetxetokê,
Guliya darê ez kuncî tu kuncî
Li ser textikê alincê ez firîyam tu ma li cî."
Û me dest bi şevbihêrka xwe kir me nema zanî şev çawa bihûrî.
Wekî Apê Musa dibêje: "Gundê min Stilîlê bêhenek gundekî epîk û artîstîk e. Ez nikarim bêjim fîlozof in lê gelek însanên ecêb tê de hene. Gelek caran di zanayiyê de min diheyirînin."
Bi rastî jî em heyirîn..
Di wextekî pir xweş de tu çûyî wir. Siheta te û yên haziran xweş.
YanıtlaSilmalî ava, pir xweş bû divê ez cardin herim
YanıtlaSilSeat xweş
YanıtlaSil