25 Mart 2018 Pazar

Hûrik Hûrik Dagire Tûrik





Merhaba xwendevanên ezîz,

Min bloga xwe ji bo kurdîyeke akademîk ji bo kurdîyeke standart… Henek henek😊



Em dev ji fobîyan berdin li dû hobîyên xwe herin. Me gotibû çi? Berhevkarî.

Hobîya min a herî mezin bûye berhevkarî, ez hêdî hêdî tameke mezin ji berhevkariyê digrim. Ji bo vê tamê spasiya Weqfa Mezopotamyayê , Weqfa Bahoz Baran û Weqfa Mîkaîl Bulbul dikim. Ez hewil didim ku li bajar û gund û deverên kurdan çi di tûrikên kal û pîrên me de hene vala bikim. Bi slogana “Hûrik hûrik dagire tûrik.” Helbet tûrik teqabûlê folklora kurdî ye (çîrok ,meselok tiştanok, stran, biwêj, gotinên pêşîyan, qesîde, beyt û hwd.) Lê ez ê giranîya xwe bidim ser çîrokan, kesên ku çîrokbêj in dikarin li hev bînin guhê xwe bidim wan, ne tenê guh😊 Dengir û kamera û trîpot jî bidim wan bila di nav tûrikên wan de bihelin.

Piştre tiştên helandî îja kom bikim deşîfrasyona wan bikim û bi we ra parve bikim da ku hûn jî bihelin. Bi rastî çîrok wêneyeke neteweya kurdan e, di warê jiyana civakî de. Çîrokên gelê kurd zehf dewlemend in lê mixabin ku pir nehatine berhevkirin. Welhasil hêvîya min ew e ku ev kar di nav ciwanên me de çalaktir û zindîtir be, şevbihêrkên me çitirtir be, bila gotinên êvaran neçin qulê dîwaran heyra!! De ka em binêrin, gotinên ku ket nav dev û diranan em ê kom bikin li nav gund û şaristanan.



Ji bo berhevkariyê di van rojên nêz de bloga min û qanala min a Youtubê ewê bibin  xilamiyên hev. We go erê?
-Erêêêê!😊



Blog ji bo deşîfrasyon û wêne û çend tiştên ekstra. Qenela Youtubê ji bo qeydkirina vîdeoyan.



Li bendê bin ,li xwe miqate bin. Emanetê qencîyê bin.

fragmanimsî