24 Nisan 2018 Salı

Çêleka Zerî



    Bi wesîleya Roza'ya berkeftî xizmeteke biçûk ji bo xelkê me.


     Hebû kes ji Xwedê meztir tinebû. Çêlekik zerî hebû û keçikik hebû di ber destê ap û amojna de bû. Amojna wê tîni her ro parîk nanê cehînî dixi tûrik û keçikê dişîni ber çêlekê o nanê genim jî didi zarokê xwi. Didi zarokê xwe keçik diheri çolê ber çêlekê keçik li ber çêlekê, birçî yi rûdinê o digrî. Digrî bi çêlêkê ‘r  dipeyivi dibê amojan mi her ro nanê cehînî didi mi, dibê ez nikarim vî nanî bixwim o carê wî nanê cehînî didi çêlekê, çêlek dixwi. Zikê çêlekê pir pê dişewiti o çêlek dibê, weri dibê, ser guhkî min wê av bê tê avê vexwi o dibê li ser guhkî mi ti çi te’amê Xwedê te’ala xweş bixwazi tê wiya bixwi, wê Xwedê bidi ser wî guhî tê bixwi.


 Keçik bawer diki kêfa wê pir tê o çêlek jê ‘r dibêji tê carê vî nanê cehînî jî bid mi o ti ji ti kesî re qal neki.Ti qal biki wê heri. Keçik li guhê çêlekê dineri, bavooo,li guhê çêlekê dineri çi te’amê xweş heyi ti çi bixwazi, xwarin, loqim, şekir ti çi bixwazi, ti çi te’amê Xwedê te’ala xweş bixwazi, tiştê şêrîn tiştê xweş di guhê çêlekê deyi o keçik dikevi ser têr dixwi o vedigeri ser guhê din jî ava xu vedixwi o wî nanê cehînî didi çêlekê çêlek wî nanê cehînî dixwi o li ber çêleka xwe dimîni heta êvarî çêleka xu diçêrîni o çêleka wê diçêri têr gîhayê xwi dixwi o êvarî çêleka xwi didi pêşiya xwe û ew jî didi dû çêlekê diheri malê.


 Diheri malê rok, di ro, sê ro, çar ro, pênc ro, jinik bala xwi didiyê ku ro bi ro dev û rûye keçikê ha wanî sor o spî dibi o keçik xweşik dibi bedew dibi o zarokê wê jî xera dibi. Vêya digo ez nanê gemin didim gedê xwe gere gedê min çê bibi o nanê cehînî didim vêya ez nanê cehînî tenê didimê ez avê jî nadimê. Radibi rokê lawê xu pêy dixi, dibê hela heri heta êvarî ji keçikê neqeti hela vêya çawa diki. Viya diheri heta êvarî rûdini, dimîni, ew o keçik wî nanê cehînî dixwi, her dû, o ava xu vedixwi o çêlek diçêri heta êvarî o çêleka xwi didi pêşiya xwe didi pêy çêlekê tê malê. Rok, du ro, sê ro, çar ro, lawik dibê yadê, welle îro sê ro ez diherim, em her dû nanê cehînî dixwin ava xwe vedixwin çêleka xwi em diçêrînin dibi êvarî em tên malê.

 Dibi îde roja çara, îde keçik îdare naki keçik ‘elimiyi xwarina xweş, keçi k ji lawik re dibêji ez ê tişkî ji te ‘r bivêjim ti’j kesî re nebê, tu çû malê tu ji ca xw’r bavê xw’r ji birayê xwi’r  ji kesî’r qal neki. Dibê na welle ez qal nakim. Dibê lê biner, dibê em ê ana vî nanê cehînî em ê bidin çêlekê,  wê çêlek wî nanê cehînî bixwi o em ê avê jî bidê wê avê jî vexwi o em ê ser guhkî çêlekê çi te’amê Xwedê te’ala xweş heyi em bixwi, o ew o lawik ser guhê çêlekê  têr xwarna xwi dixwi o ser guhê din jî têr ava xwi vedixwi, dibi êvar tên. Tên malê cawî dipirsi çi hebû, dibê tiş tinebû. Dibê me nanê xwi xwar o me ava xwi vexwar o em hatin. Lawik wê rojê nabêji. Dibi roja din lawik dîs pê’r  tê,  ca wî dîs pê’r dişîni, ca wî dibê dîs pê’r her. Lawik pê’r  tê,  dîs wê rojê nanê cehînî o avê didi çêlekê o ser guhê çêlekê  çi te’amê Xwedê te’ala heyi dixwin o ser guhê din jî ava xwi vedixwin dibi êvar tên malê. Tên malê lawik ji ca xwi re dibêji  yadê hal mesele ji vir hete vir. Dibê welle em çûni dibê wî nanê cehînî dayi çêlekê, çêlekê wî nanê cehînî xwariyi o ava xwi jî vexwariyi o min û wê ser guhê çêlekê te çi te’amê Xwedê te’ala bixwesta hebû min o wê me xwariyi o ser guhê din jî me ava xwi vexwariyi em hatin.


Jinik difikiri dibê ez ê çawa bikim, ez ê çarakê tişkî jê’r bibînim ko vêya êdî  vî tiştî nexwi,  gedê min nan dixwi ro bir o xera dibin ew jî ro bir o çê dibi. Radibi paçkî li piyê xwi digerîni o dibê ez rabim herim cem melê gund. Ezê herim cem melê ez ê bêjim va piyê min dêşi, tê ji zilamê mi re bivêji welle piyê pîreka te dêşi, ti wê bib dixtor jî rehet nabi, dermanê piyê wê goştê çêlekik zerî yi. Her çêlekik zerî şer jê ki o goştê çêlaka zerî li piyê wê bigerîni wê piyê pîreka te li ser rehet bibi, ne wanî bi rehet nabi. Vêya didi rê deri cem mele dibê welle hal mesela min ji vir heta vir, dibê çêlekik  me heyi va guhê wê bi vî hawi yi dibê wextê zilamê mi hat cem te tê bibêji piyê pîreka te rehet nabi, bê îşê wê ne îşê duxtora yi. Jinik mele şîret diki mele qebûl diki.(Tiştê berê, xelkê berê digo, nerin dixtora digo herin cem şêxa herin cema mela wê kaxetkê çêki wê berbejnkê çêki wê ji te re ‘ezîmê deyni ‘ezîmê veki, ku xelk melkê beriyê dihat ba şêx şêx ji wan re ‘ezîme vedikir). Mele dibê temam zilamê te hat ez ê jê’r wanî bêjim. 

Werhaslî  vêya tê malê,  zilamê wê êvarî tê malê dibîni piyê pîreka wî girêdayiyi o dinali, zilamê wê  dibê keçê çi bi te hatiyi çi bi piyê te hatiyi dibê welle ez ji vê sibê de rabûmi dibê piyê mi pir dêşi o dibê ez çûmi cem melê jî rehet nebûyi gotiyi heri bila êvarî zilamê te bê. Dibê hela rab her cem melê mele çi çarakê ji min re dibîni piyê min çawa rehet bibi. Diheri cem melê dibê xoce, pîreka min ji vê sêd piyê wê dêşê gotiyi hela her cem melê  dermankî tişkî nabîni em lêkin deynin ser baş bibi piyê wê. Dibê ti zani tê çabki dibê heri ku çêlekê te hebi kîjana ku a zer bi a zerî bi wê şer jê ki o goştê wê bîni li piyê wê ki li gişî bigerîni wê piyê wê rehet bibi o goştê çêlekê ê din jî gişî bînin çêkin ô bixwin. Gere hûn wî goştî bixwin nefroşin bela nekin bixwin.Wê piyê pîreka te li ser wî hawî rehet bibi.Viya dibê ê ma ne çêleka zerî bi nabi dibê na dibê dermanê wê goştê çêleka zerî yi. Werhaslî viya tê malê dibê keçê welle hal mesele ji vir heta vir dibê mele wanî gotiyi. Ê dibê ma jixwi wa çêlekik me zerî heyi em ê şer jêkin. Deng deheri keçikê. Keçik baz didi deri dikevi axur deriyê axur diqefilîni o li hinda çêlekê rûdinê o digrî. Dibê welle wa wê te şer jê kin.Dibê wa piyê amojna min dêşi o wê te şer jê kin o dibê goştê çêleka zerî dermanê piyê wê yi. Wa te şer jê kin ez ê çawa bikim ez ê ji birçîna bimrim. Jixwi ez li ber destê wan de mi, te’dê û zilmê pir li min dikin. Keçik dibê ez ditirsim newêrim herim ji wan re bêjim şer jê nekin. Çêlek jê’r dibê qet meraqa nek. Wê min şer jê kin wê goştê min ji gişa re tal bi o piyê wê jî pê rehet nabi o wê goştê min jî bi te xweş bi wê pir bi te şêrîn bi o wî goştî gişî tê bixwi. 

Kêfa keçikê tê keçik radibê tê.Vana ba qesab dikin çêlekê şer jê dikin tînin wî goştî cê nerme li piyê jinikê digerînin o goştê din jî gişî hûr dikin o dixin beroşê dikelînin o datînin o kî dixwi goşt tal i o kî dixwi goşt tal i, mêrik dixwi tal i, jinik dixwi goştê çêlekê tal i o zarokê wê dixwi tal i, o vana dibê hela ka ba keçikê kin a ku diçû ber çêlekê niza keçik li ku yi. Qey keçik jî li devre li ber dîwa rûniştiyi, difikiri dibê çêlek çû wê şer jê kirin ji xwi re digirî. Amojnê dibê hela bila ew bê, ba keçikên dikin dibê hela ti wer goştê wê bixwi, ti diçû ber çêlekê te çêlek xwedî dikir li çolê te diçêrand. Keçik dixwi dibê welle goştê wê pir xweş i, dibê çawa pir xweş i dibê welle goştê wê pir xweş i.Werhaslî goştê çêlekê keçik giş dixwi vana ti goştî naxwin.

Sirf ji bo ku jinik mexseda wê wê çêlekê şer jê ki keçik wî te’amê xweş ku rebbê alemê dişand keçikê dixwar jê xelas bibi keçik nexwi. O ji xwi piyê wê jî tiştik pê tine bû. Rokê, du roja, sê roja wî goştî li ser piyê wê dimîni goşt davî dibê welle va piyê mi rehet bûyi o keçik jî wî goştî dixwi û çîrok xelas dibi. Çîroka me li diyara rehme li dê û bavê gohdara.


Herêm: Dêrika Çiyayê Mazî-Mehela Kulêbê

Çîrok: Çêleka Zerî

Vegêr: Meyase Tekîn

Temen: 56

Dîroka wergirtinê: 11.05.2015

Berhevkar: Sadûn Ehmed






6 yorum:

  1. Çîrokek pir xweş bû. Dest xweş!

    YanıtlaSil
  2. seetxweş. şabaş şabaş :)

    YanıtlaSil
  3. Dibê li gûndekî sê heval hebûne. Yek Kor, Yek Tazî ,Yek jî Kerr bûye.
    Pevre li gûnd dijîn.
    Rokê cem hev in,rûniştine. Yê kerr dibê dengek ji dûr tê dengê ê baş dibîhîzim, yê kor jî dibê hela binêrim.Diçe û tê dibê aha erebeyek xûya dike û tê wir.
    Wîyê tazî dibê law birevin wê me tazî bikin.(Dersa Merselok ev e;Yê Kerr çava dengê ji dûr tê bihîst,yê Korr çava maşîne/erebe dît û Yê tazî çava qanî bû enek tê û wê wan tazî bike.) Rehmetîyê Kalikêmin digot wê merselokê. Herêm: Dêrika Çîyayê Mazî.

    YanıtlaSil