19 Nisan 2018 Perşembe

HÊRIZ Û FELEQ



Ez vê çîroka min berhevkirî diyariyî bloga Roza Sierraya xweşik û çak û çalak dikim.




Yek hebû yek tunebû, jin û mêrek hebû. Navê jinikê Hêriz û ê mêrik jî feleq bû. Hêriz û feleq du kesê pir kawik û bêhiş bûn. Hêriz û Feleq ji bo dermalê mîhek serjêkirini û kirini qelî. Keçikek wan î zewicî hebû. Rabûn gotin em ê herin cem keçka xwe. Qelîya wan di beroşê di, dest bi haziriya çûnê kirin.




 Tenûrek nan lê xistin, solek û topek caw kirrîn û bi rê ketin. Lê nerîn li ber mala wan du xortik li ersakê dilîzin, hevdu teqlo meqlo û qulopanî dikin. Feleq ba wan kir go: “Lo lo hela binerin ez ji we’r dibêjim, hûn nerin nekevin mala me, xanîkê me xewle yi, mifta me di bin kevirkî gome de yi, beroşa me goşt tê de yi, hûn nerin derî venekin, goştê me nexwin û di beroşa me’d nerrîn ha!” Xorta jî hey ji xwe’r dilîstin, guh nedidan jinikê-w mêrik…


 Carek din jî Hêriz ba wan kir go: “Em ji we’r dibêjin, guhê xwe bidin me!” û wê jî eynî tişt ji wan’r go.Vê carê xorta guhê xwe da wan û ji hev’r gotin “Xwaa bi xwedê em ê birra herin!” Hêriz û Feleq berê xwe dan riya mala qîza xwe û çûn. Xort jî çûn mala wan derîyê wan vekirin, qelîya wan xwarin û di beroşa wan’d rîtin. Hêriz û Feleq bi nav çiyê’d çûn, nerîn gi leglegek hat ser çemekî, leqleqa nikilê wê ye, çîpên wê sor bûne... Feleq ji Hêriz re go “Vêya xwas e, em ê solê dînin bira ji xwe re têxi pê.” Hêriz go “De tu zani.” Feleq, ber bi leglegê’v meşîya, legleg firrîya, Feleq ba kir go: “Xweha leglegê va’y me ji te’r sol danî, wer têx pê, sar e, nigê te cemidîni, tev sor bûni ji serma!” Û meşîyan bi riya xwe’d, li ser riya xwe di nav çiyê’d darek dîtin.

 Dar xûl bûyi, pîr bûyi, pel weşiyayi, bûyi wek qirşika. Hêriz go “Feleq, bi qur’an vê darika han sar i, gune yi!” Rabûn topa cawê xwe giş lê gerand, ji serî heya binî. Gîhan nêzîka mala qîza xwe û nerîn gi kûçik hatin wan. Feleq ji wan’r go “Hûn ê neyên me!” Û tenûra nanê xwe li ber kûçikan ro kirin û meşiyan.

 Hatin mala keçka xwe. Keçikê ji Hêriz’r go “Yadê lawkê mi di xew de yi, ez ê herim nav dehlê, karê mi heyi, tê li ber lawkê min bi!” Lawik girîya Hêriz ava germ bir bi ser’d dakir, lawik kuşt û xist hêlanê û ji xwe’r go “Wele sipî ketibûn serê lawkê keçka min, va’y paqij bû û deng jê billîya.” Hêriz nerî gi qazê keçika wê li hewşê lûsiyane, serê xwe dixin bin baskên xwe û bi nikilan tev didin. Hêriz cardin ji xwe’r go “Wele sipî ketine qaza xwe dixurînin.” Dawîyê qaz jî yek bi yek girtin û ew di ava germ dakirin, kuştin û xistin bin cilikan, dawîyê jî ji xwe’r go “Wele wa qaz jî paqij bûn.”Hêriz dî gi hinek mewîj li mala qîza wê ne, go “Rebenê, qîza min, wehîd e, gune ye, vana tev bi ser hev’d genî bûni.” Rabû bi bêjinga ketê, giş avêt ser sergo û xelkê ji xwe’r da hev. Eyn li gûz û bastêqên wê jî wer kirin.


Keçik ji nav dehla vegerîya, hat li lêwik pirsî, hêriz go “Yadê wa’y min serikê wî şuştiyi û ew kiriyi xew.” Keçikê baz da û niqrîsk da go “Wîî li min pepûkê, li min rebenê,” hirêz go “Yadê wa’y min qaz şuştin,” keçikê nerî gi qaz jî giş mirine.
Gundîya tev kûçikê xwe bera ser pişta Hêriz û Feleq dan. Jinik û mêrik şilfîtazî revîyan çûn.
Çîroka min li gîyara rehme li dê-w bavê guhdara.


Çîrok: Hêriz û Feleq
Herêm: Mêrdîn-Qezzê-Hecîhesen
Vegêr: Durra Miheme
Temen: 87
Berhevker: Umran Aran

2 yorum: