15 Nisan 2018 Pazar

Şêr û Rêvî




Şêr nexweş ket temama heyweneta hat serlêdana wî û rêvî nehat. Dibê gur rabû hat fesadiya wî kir. Gur go - Binêre ya Usta! Ev rêvî heywankî xayîne em temam hatin serlêdana te û binêr ew nehatiye. Şêr go - Welle werêye. Û rêvî bihîst, rêvî hat hizûra şêr û wa tun da xwe pîs kir. Şêr go – Rêvî! Go - Hê Go - Xwedê zane tu xayîni yaw ez nexweş ketim û hewqas erqedaş hatin tu nehat kû da bûy?


 Go - Ya Ustayê min, ma ez bihatama min ê çer bikira dêrgî min nexwaşiyate bihistîye ez sirf ji ter derd û dermana gerîyame min heya ji ter çare diyî. Şêr go -Êxwedê bikim, te çare dî? Go – Erêêêê. Çare çiqa geriyam li cem hekîman go jêr bira lepik wiha goştê baş hêta gur derxe bixo û wê rihet bibe.

 Şêr go - Ev e. Û şand pê gur û gur hat berket şêr lepê xwe lêxist heya têr bû xwar, lepik goşt jê derxist û xwar û gur bi wî hala çû. Rêvî îja pêşîya wî (gur) çû ket xirankî, zanê ciyê wî te re herê lê nêrî gur çi hali de eheh.. Rêvî bankirê go -Hooo birako! Gur go – Hêê! Rêvî - Ê ku fesadiya xelkê bika halê wî ev e ha! Ê gur nema karê tişkî bika.




Mazûban

                                          
Evdo Axa û xanima wî Zeko




Herêm: Mêrdîn-Hesena
Çîrok: Şêr û Rêvî
Vebêj: Evdo Axa
Temen: 82
Berhevkar: Roza Sîerra













2 yorum: