Vebêj |
Go hebî tinebî, bizineke kûvî hebît sê heb kehrikê wî hebî
navê yekê şengilo bî yey mengilo yey
çiqilo. Bizin sibê derî çêtikir ti çû êvarê dihat. Gazî dikir di go: - ji mi ra
derî veken! Her rûj di çû dihat rojek hirçê dengê bizinê seh kir.
- Şengilo mengilo çiqlo derî veken ev a dadê hatiye zozanan tijî şîre gihanan qebdek gîha ber
stûrhanda.
Dema rabî derî vekirin çiqilo revî xwe xeft kir. Hirçê şengîlo
mengîlo xwar. Û bû êvar bizin hat. Têmaşe dike derî vekirî. Bizin:
- Pîîî pêştt
çiqilo tenê maye li malê!
Rovî hat go: -Çi bû? Çiqilo: - Wele hirçê hat her du
birê min xwar hingirt bir.
Rovî çû serîbanê hirçê kêre guregur.
Hirç go:
- Ew kî ye serê banê
min gurgur dike xwelî nava çavê xwe dike jina min hevîr dike bûka min neqşan
çêdike kurê min kefçikan çêdike ez bi xwe jî qelûnê vedixwim.
Rovî go: - Derkeve
ez im wele ez te bibime şerîet. Hirç û rovî çûne ba qazî, bizinê jî ji bo qazî,
satileke mastê temîz çêkir da ber quna xwe tijî fis kir û çûne ba qazî.
Qazî
satilê mastê xwe danî û hemana fisê xwe berdan nav ê qazî yek mû pêve nema. Qazî
go: - Wele heqê hirçê kuştine. Û çûn kêr hanîn hirç emeliyat kirin her du
kehrikê wê derinî şengilo mengilo ew çûne mala xwe em man e ela. Çîroka me li
diyara rehme li dê û bavê guhdara.
Herêm: Bedlîs-Hîzan-Darûnis
Çîrok: Şengilo Mengilo
Vebêj: Hecî Remezan
Temen: 77
Dîroka Wergirtinê: 21.04.2018
Berhevkar: Roza Sîerra
şevbihêrk |
civat |
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder