6 Nisan 2018 Cuma

DÎK Û PÎRÊ

                                                                       
Pîrê dan kutan û rabû danê xwe raxist. Danê xwe raxist û dîk hat çû ser danê wê xwar. Pîrê jî şûjikek avêt qula çavê dîk xist ê çavê dîk kor kir û çavê wî derket. Çavê dîk derket û rabû got,
- Ez herim gilî! Pîrê çavê min kor kiriye ez herim gilî.
Rabû çû. Çû çû çû. Şekalê ban kir go,
-Dîk ha dîk!
Dîk go,
 -Quzilqurt û pazde firîk.
Şekal,
- Bêm çi?
Dîk go,
-Bê, dîko dikîl axa dermanê ber dil axa tê herî ku axa?
Şekalê go,
 -Dîko dîkil axa dermanê ber dil axa tê herî ku axa?
 Dîk go,
-Ez ê herim xur û xuristan bênim eskerkî giran bi ser pîra dudiran çavê min rijand seba xatirê libik dan.

Şekal jî rabû pêr çû. Îja Rîxê go,
 -Dîk ha dîk!
 Dîk go,
 -Quzilqurt û pazde firîk.
 Rîx go,
-Bêm çi?
Dîk go,
-Bê, dîko dikîl axa dermanê ber dil axa tu yê herî ku axa?
 Rîx go,
-Dîko dîkil axa dermanê ber dil axa tê herî ku axa?
Dîk,
 -Ez ê herim xur û xuristan bênim eskerkî giran bi ser pîra dudiran çavê min rijand seba xatirê libik dan.
A ew jî çû . Dûpişkê jî ban kir,
 -Dîk ha dîk!
Dîk go,
 -Quzilkurt û pazde firîk.
 Dûpişk go,
-Bêm çi?
Dîk go,
-Bê, dîko dîkil axa dermanê ber dil axa tu yê herî ku axa?
 Wê jî go,
-Dîko dîkil axa dermanê ber dil axa tu yê herî ku axa?
Dîk,
-Ez ê herim xur û xuristan bênim eskerkî giran bi ser pîra dudiran çavê min rijand seba xatirê libik dan. O ew jî bir go tu jî wer û çûn. Dîk îja çû li mar rast hat. Mar,
 -Dîk ha dîk!
Dîk ,
-Quzilkurt û pazde firîk.
Mar go,
-Bêm çi?
 Dîk go,
-Bê dîko dîkil axa dermanê ber dil axa tu yê herî ku axa?
 Wê jî go,
 -Dîko dîkil axa dermanê ber dil axa tu yê herî ku axa?
Dîk,
-Ez ê herim xur û xuristan bênim eskerkî giran bi ser pîra dudiran çavê min rijand seba xatirê libik dan. Û vana tev pê çûn û bû êvar pîrê xwe xist nav ciyan. Dûpişk ket delingê wê û dupişkê pêve da. (Tifikê berê hebûn me agir vedişart.) Pîrê çû ku agir veda ku ji bo hela ev çi ketiye derpiyê wê. Agir veda destê wê go kup ket rêxê. Pîrê go,
-Wîî rebenê ma ev çi ye law! (rêx ketibû tifika wê ha!)
Ê ku bi dîk re çû bûn ê ku dîk ban kiribûnê îjar tev rêxê avêtibûn tifika pîrê. Îja pîrê çû ku stûnê paqijka, mar xwe li stûnê hebilandiya, mar bi destê wê veda. Pîrê ma heyîrî, çû devê derî ku hawar ka ku beje,
-Law ma vê feleka hatiye serê min!
 Çû hawarka, gur sêrxênî gundor serserê wê da berda û pîrê perçiqand.

Çîrok: Dîk û Pîrê
Herêm: Mêrdîn-Tizyan
Vebêj: Melesî
Temen: 95
Berhevkar: Roza Sîerra

Dîroka Tomarkirinê: 18.03.2018

 

                                                                    

6 yorum:

  1. Saet xweş, karekî serkeftî ye..

    YanıtlaSil
  2. Welle pir xweş çêbûye û serkeftin serkeftin serkeftin hexar carî serkeftin 😁😂

    YanıtlaSil
  3. Xebatek pir xweş çêbûye lê divê hinek bê xemilandin

    YanıtlaSil
  4. Xebatek pir xweş çêbûye lê divê hinek bê xemilandin
    Slêman Îzol/mêrdîn

    YanıtlaSil