Pîrê dan kutan û rabû danê xwe raxist. Danê xwe raxist û dîk
hat çû ser danê wê xwar. Pîrê jî şûjikek avêt qula çavê dîk xist ê çavê dîk kor
kir û çavê wî derket. Çavê dîk derket û rabû got,
- Ez herim gilî! Pîrê çavê min kor kiriye ez herim gilî.
Rabû çû. Çû çû çû. Şekalê ban kir go,
-Dîk ha dîk!
Dîk go,
-Quzilqurt û pazde
firîk.
Şekal,
- Bêm çi?
Dîk go,
-Bê, dîko dikîl axa dermanê ber dil axa tê herî ku axa?
Şekalê go,
-Dîko dîkil axa
dermanê ber dil axa tê herî ku axa?
Dîk go,
-Ez ê herim xur û xuristan bênim eskerkî giran bi ser pîra
dudiran çavê min rijand seba xatirê libik dan.
Şekal jî rabû pêr çû. Îja Rîxê go,
-Dîk ha dîk!
Dîk go,
-Quzilqurt û pazde
firîk.
Rîx go,
-Bêm çi?
Dîk go,
-Bê, dîko dikîl axa dermanê ber dil axa tu yê herî ku axa?
Rîx go,
-Dîko dîkil axa dermanê ber dil axa tê herî ku axa?
Dîk,
-Ez ê herim xur û
xuristan bênim eskerkî giran bi ser pîra dudiran çavê min rijand seba xatirê
libik dan.
A ew jî çû . Dûpişkê jî ban kir,
-Dîk ha dîk!
Dîk go,
-Quzilkurt û pazde
firîk.
Dûpişk go,
-Bêm çi?
Dîk go,
-Bê, dîko dîkil axa dermanê ber dil axa tu yê herî ku axa?
Wê jî go,
-Dîko dîkil axa dermanê ber dil axa tu yê herî ku axa?
Dîk,
-Ez ê herim xur û xuristan bênim eskerkî giran bi ser pîra
dudiran çavê min rijand seba xatirê libik dan. O ew jî bir go tu jî wer û çûn.
Dîk îja çû li mar rast hat. Mar,
-Dîk ha dîk!
Dîk ,
-Quzilkurt û pazde firîk.
Mar go,
-Bêm çi?
Dîk go,
-Bê dîko dîkil axa dermanê ber dil axa tu yê herî ku axa?
Wê jî go,
-Dîko dîkil axa
dermanê ber dil axa tu yê herî ku axa?
Dîk,
-Ez ê herim xur û xuristan bênim eskerkî giran bi ser pîra
dudiran çavê min rijand seba xatirê libik dan. Û vana tev pê çûn û bû êvar pîrê
xwe xist nav ciyan. Dûpişk ket delingê wê û dupişkê pêve da. (Tifikê berê hebûn
me agir vedişart.) Pîrê çû ku agir veda ku ji bo hela ev çi ketiye derpiyê wê.
Agir veda destê wê go kup ket rêxê. Pîrê go,
-Wîî rebenê ma ev çi ye law! (rêx ketibû tifika wê ha!)
Ê ku bi dîk re çû bûn ê ku dîk ban kiribûnê îjar tev rêxê
avêtibûn tifika pîrê. Îja pîrê çû ku stûnê paqijka, mar xwe li stûnê
hebilandiya, mar bi destê wê veda. Pîrê ma heyîrî, çû devê derî ku hawar ka ku beje,
-Law ma vê feleka hatiye serê min!
Çû hawarka, gur
sêrxênî gundor serserê wê da berda û pîrê perçiqand.
Çîrok: Dîk û Pîrê
Herêm: Mêrdîn-Tizyan
Vebêj: Melesî
Temen: 95
Berhevkar: Roza Sîerra
Dîroka Tomarkirinê: 18.03.2018
Saet xweş, karekî serkeftî ye..
YanıtlaSilSpasiya te dikim Dara
SilWelle pir xweş çêbûye û serkeftin serkeftin serkeftin hexar carî serkeftin 😁😂
YanıtlaSilSpas Bahoz mala te û pîra te ava 😃
SilXebatek pir xweş çêbûye lê divê hinek bê xemilandin
YanıtlaSilXebatek pir xweş çêbûye lê divê hinek bê xemilandin
YanıtlaSilSlêman Îzol/mêrdîn