3 Mayıs 2018 Perşembe

Zîzanê


      Ez vê çîroka min berhevkariya diyarîyi bloga Roza Sierra dikim. Ji ber ku ji nêriya şîr didoşe ☺
               

Hebû, tunebû rahme li dê û bavê min we bû. Zîzanê, sê birayên wê, ca wê, bavên wê û jinbirik wê. Zîzanê û jinbira xwe çûn gotin ‘ emê herin çeka(cilan) bişon.’Çûn çolê çek şûştin. Zîzanê çû nav derîkan çek raxistin. Hat, giş bibû xwîn. Nighê wê dirî tê de rabibûn, bibû xwîn.
Jinbira wê got ‘xwişka we, ne di rêya baş de ye.’Ca wê got ‘emê mala xwe barkin.’Mala xwe dan hev, ca (dayika)Zîzanê serê wê danî ser çonga xwe û digiriya. Zîzanê kete xewê, bibû sibeh malbata wê xanî bar kiribûn.



Dayika wê digot ‘kûçiko ewt ewt neko,
dîko qîy qîy neko,
destaro xir xir neko.
Xwedê Hebîna,
tu Zîzana min ji xew raneko.’Hersiyê xwe li malê hiştin û çibûn.
Zîzanê , rabibû ser xwe kesek tune, ji cîrana pirsî bû ‘ka mala bavê min.’
Ciranan gotibû ‘dan vê rêyê û çûn.’Zîzanê bi ser rê ket û çû. Birayên wê jî yekî xwe kir gavan, yekî xwe kir şivan yê din jî xwe kiribû berxvan. Çû giha birayê xwe yê şivan. Bira wê nas dikir wê bira nas nedikir.
Jê re got  ‘ha şivanoo! Te hêla mala bavê min nedîtiye?’Birayê wê got ‘ bi çi nîşanê?’


Zîzanê got ‘ca min pîri kofî xwari, bavê min kali bi gopali, jinbirek min heyi bi herdû dinya gunehkari, sê birê min heni bi qerpal in’
Birayê wê got ‘xwîşka Zîzanê tê bide min cotek ramûsanê ez herim te bigînim mala bavanê.’
Got ‘wile keko, ez nakim kêf û henekan ez herim xwe bavêm gola gerînekê.’Çû, gihaşt birê xwe yê gavan. Birayê wê yê şivan jî da dû. Wê carê ji birayê xwe yê gavan pirsî. Got e ‘ha gavano! Te hêla mala bavê min dîtiye?’Birayê gavan jî wekî yê şivan got ‘bi çi nîşanê?’
‘ca min pîri kofî xwari, bavê min kali bi gopali û sê birayê min heni bi qerpal in, jinbirik min heyi li herdu dinya jî gûnehkari’
Birayê wê yê xwe kiribû gavan jî got ‘xwişka Zîzanê, tê bide min cotek ramûsanê ez herim te bighinim mala bavênê.’


Got e wî jî ‘ez nakim kêf û henekan, ez herim xwe bavêm gola gerînekê.’
Meşiya çû, gihaşt yê berxvan. Her du birayê wê hatin cem hev û gotin ‘jinbira me bêbextî li xwişka me kiriye.’
Ji wî jî wilo got ‘ha berxvano! Te hêla mala bavê min nedîtiye?’

Birayê wê yê berxvan jî got ‘bi çi nîşanê?’
‘ca min pîri kofî xwari, bavê min kali bi gopali, jinbirik min heye li herdu dinya jî gûnehkari, sê birayê min hene bi qerpal in. 
Birayê wê yê xwe kiribû berxvan jî got ‘xwişka Zîzanê, tê bide min cotek ramûsanê, ez herim te bihginim mala bavanê’
‘wile keko, ez nakim kêf û henekan ez herim xwe bavêm gola gerînekê’
Her sê biraya wê jê re gotin ‘em birayê te ne.’Ca wê derket, bavê wê derket jê re gotin ‘em ca te û bavê te ne.’Çû xwe avêt gola gola gerînekê.
Ca wê xwe bi ser de avêt, bavê wê xwe bi ser de avêt. Birayê wê jî jinbira xwe avêt golê û her sê bira terqî dinya bûn.
Çîroka min ji we re xweş, ka dîlimek zebeş.

Herêm: Mêrdîn-Nisêbîn-gûndê Bamidê
Çîrok: Zîzanê
Vebêj: Dayîka Yıldız
Berhevkar: Kadîr Stêra




2 yorum: