8 Mayıs 2018 Salı

Kera Mirî ya Pişkê


Em wek POPKURDê bi kêfxweşî bloga Roza Sîera dişopînin. Em hêvî dikin tûrika wê hîn tijîtir bibe.


Mehmedemîn bi zilamekî kal re ji bo kirîna kerekê li hevdu kir.
Lê ji ber ku karê zilamê kal bi kerê xilas nebûbû li hev kirin ku, sibê derdora seat dehan Mehmedemîn, werê kera xwe ji zilamê kal bigire. 
Lê ji zilamê kal re pere zû lazim bû berîya ku ji hevdu biqetin Mehmedemîn pereyê kalo dane wî û çû malê.
Roja din hate ba kalo û jê pirsî, kalo kanî kera min wa ye ez hatim kera xwe bibim.

Kalo ji Mehmedemîn re dibêje;



-Kurê min nizanim ez ê ji te re çawa bibêjim, lê heqê xwe helal bike, şevêdî kera ku min firotibû te li koxê mir. 

Pereyên ku te dane min, min ew jî di ber hin deynên xwe de dan, a niha tiştek di destên min de nema.

Mehmedemîn ji kalo re dibêje;



-Kalo dîsa jî tu kera min bîne.

Kalo şaş dibe û dibêje;


-Tê çi bikî ji kera mirî lawo?

Lê dîsa jî Mehmedemînê me ji zilamê kal kerê mirî dixwaze û dibêjê;

-Ez ê vê kerê di pişkê de firoşim.

Zilamê kal jî ji bo mesele mezin nebe kera mirî dide Mehmedemîn û Mehmedemîn ji wir diçe.
Piştî çend rojan zilamê kal rastî Mehmedemîn tê, dibîne ku gelek pere di destê wî de hene, ji Mehmedemîn dipirse:

-Lawo te çikir ji kera mirî?

Mihemedemîn dibersivîne û dibê:


-Min kera ku ji te bi 500 lîreyî stand bi pişkeke ku 500 kes, serê yekî bi 10 lîreyan beşdar bûn firot.

Kalo:


-Ma beşdarên pişkê bi te de nexeyîdîn?

Mihemedemîn:


-Na tenê kesê ku pişk jê re derket xeyîdî. Min jê lêborîn xwest û 10 lîreyên wî yê beşdarbûna pişkê vegerande wî, pişt re heqê xwe li min helal kir û çû. 
ji bo ku min perê wî lê vegerand kêfa camêr jî hat.


Herêma Torê
Çîrok: Kera Mîrî ya Pişkê
Berhevkar: Popkurd

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder