13 Haziran 2018 Çarşamba

Celîlê Celîl: Dijminê folklorê dem e..

   
Ji aliyê berhevkirina keresteyên folklorîk da, xemsariyeka ecêb li meydanê heye. Em wek ciwanên kurd divê haya me ji tradisyana me hebe. Ji bo zargotina kurdî mirov nikare bibêje, tiştê çû nede dû. Her ku kal û pîrek dimire, hezar tişt ji folklora me kêm dibin. Prof Dr. Celîlê Celîl nêzî pêncî salî ye bê navber karê berhevkariyê dike. Hêviya min ew e ku em bibin şagirtên wî. Gerek em bikaribin di hemû warên jiyanê de feydeyê ji folklorê werbigirin. Bila folklor bibe dijminê demê.



Celîlê Celîl û Roza Sîerra
Demir Hotel-Diyarbekir-Hezîran 2018
                 
                    
Dema mijar malbata Celîlan be, mirov nizane bê wê ji ku û çawa dest pê bike. Malbata we bi serê xwe bi qasî enstîtuyekê li ser kelepora kurdî xebat kirine. Di van xebatan da roleke mezin jî ya dengnivîsoka malbata we bû. Vê dengnivîsokê di dîroka çanda kurdî de cihekî girîng girtiye. Ew dengnivîsok niha li ku derê û di çi halî de ye?


Celîlê Celîl: Xwişka min Cemila li Yêrîvanê li mala bavê min dimîne. Naka ew dengnivîsok li Yêrîvanê ye, li mala bavê min e û em wek ronahiya çavê xwe diparêzin.


Dengnivîsoka malbata Celîlan

  
Tevî ku parçeyê herî mezin bakurê Kurdistanê ye we li gor parçeyên din herî kêm li vê derê xebatên qadê kirine. Çima?

Celîlê Celîl: Dê rewşa jiyan û siyasiyê ye. Rewşa me başqa bû yê vira başqa bû. Li cem me dewlet digot; ser dîroka xwe, çanda xwe, hunera xwe kar bikin û bidin xuyakirinê. Ne tenê ji me ra, ji hemû miletên biçûk û mezin ra derî vekirîbû. Ew der xwedî dewlet bû, xwedî komar bû, otonomî hebû. Ji aliyê dewletê ve xebatên me dihat naskirinê û piştgirtinê. Derge li ber me vekirîbû, em li wir hindik bûn lê me têra xwe parastibû. Bi taybetî li Telîn û Elegezê deh dozdeh gund hebûn, gundên kurmancî bûn. Jiyana berê, tradîsyon, rabûn rûniştandin, stranvanî, dawet û şînên xwe yên berê parastibûn.



Lê li bakurê Kurdistanê salên dirêj li ser ziman kilît hebû, û derge mezin zerze dardadikirî bûn. Naka mecal heye kar tê kirinê lê gelek tiştên din hinda bûne, tiştên heye jî hindik nînin lê divê pisporî hebe. Li vê derê wek ez texmîn dikim heta naka heger bûne pispor zêde li ser edebiyat û çapameniyê baldar bûne. Yanî meş heye baş e lê folklor kêm fem kirine. Naka hinekî li ser folklorê disekinin lê wisa jihevketî ye çîmkî folklor ne ew e ku hînbûyî, kilîta her tiştê di destê min de ye û xilas. Na! Her tişt di destê gel de ye. Gerekî wek derwêşa herin gundan bipirsin, bijîn. Sê çar saetan herin û vegerin wisa çênabe. Gerek meriyên we hebin, dostên we hebin, dostanî çêkin, xêrxwazî hebe. Divê wext hinda nekin. Dijminê folklorê dem e.




Yek ji xebatên balkêş ku we van demên dawî kiriye, berhevkirina sêxiştiyên li herêma Xorasanê ye. Gelo ev form çima bi taybetî li wê herêmê derketiye pêş? 

Celîlê Celîl: Ew tiştekî xerîb nîne wek janrekê ye. Yanî malbateke folkloriyê ye ku digihîje heyranokên me. Lê li cem wan teqla xwe kafiye dibêjin, rêza hinda nekirine rêz bi kafiye ne, dibêjin sêxiştî. Heyranok jî sêxiştî ye lê ya me rêza sisêya dirêj e.
Di dawetan de, şahiyan de distrên. Di nav jiyana rojane de pir zêde bi kar tînin. Wek heyranokên me ne. Li rojhilat sêxiştî li rojava jî heyranok in. Wexta ku ji bo berhevkirina sêxiştiyan çûm Xorasanê Gulê Şadkam gelek alîkariya min kir û di pêşgotina pirtûkê de dibêje: “Berî hatina Celîlê Celîl kes guh nedaye sêxiştiyan.” Lê li wir li ser çandê teze hişyarbûn çêbûye.


Evar bûyî, melê mangan,                 
Kew dixwînin li zimangan
Ez aşiqê qûşe xangan


Gulgerdîn o, gulgerdîn o
Serî li min megerîno
Te ro li min kir pişîn o

                                           
                                          
   

Wê di berhevkariyê de gelek serpêhatiyên we hebin. Hûn dikarin yekê ji me ra bibêjin ku gelek tesîr li we kiribe?

Celîlê Celîl: Wekî berhemek zêde tesîr bike ew gelek qiymet e. Hemû jî wexta ku dinivîsim li ser min tesîr dike. Dilê min û zanîna min dewlemend dike, ez ferqek danaynim. Yek belkî hêja ye bibêjim, di nava dengbêj û stranvanan de gelek belav bûye strana li ser Dewrêşê Evdî ye. Yanî yê ku dibêje ez dengbêj im eger Dewrêşê Evdî nizanibe xwe wekî zana hesab nake, ev di nav wan de bûye wek repertuarekê. Wexta ku ez çûm Efrînê li wê derê camêrek hebû gelek tişt zanibû, Siyabend û Xecêzerê jî got û min nivisî.

 Camêr got: “Ez Dewrêşê Evdî jî zanim ji bavê heftan dest pê dike.”
 Min go te: “Ahhhh? Ka bibêje ez binivîsim.”

 Got: “Dirêj e çend roja dikşîne.”

 Devê min vekirî ma, dest pê kir bistirê ez parçekî bibêhim min go nestrê tu wiha bistrî du hefte jî têrê nake. Min go devkî ji min ra bibêje çar roja got.

Mamoste çar rojan bi devkî çawa dibe, gelek zehmet e!

 Celîlê Celîl: Erê erê îja min nedigihîşt gelek heval dixwastin werin min bibînin îja dîtin ku ez çawa rûniştime û kar dikim gotin mamoste karê xwe berdewam bike, wexta te û xwarinê hat em ê ew çax werin. Yanî dîtin ku ez bi kel xebat dikim nexwastin navbiriyek bikeve.

 Eva balkêş bû ku çar rojan bi devkî got û min nivisî, tiştên wisa re monomental dibêjin. Min çap kiriye 130 rûpel e îja Bahoz jî dixwaze çap bike baş e bila çap bike.

Bila çap bike em jî bixwînin.

Celîlê Celîl: Bixwînin serçava.




                                 



Niyeteke we heye hûn rojekê van bîranînên xwe binivîsin û çap bikin?

Gelek dixwazim min nav jî diyar kiriye, ji tecrûbeyên zargotina berhevkariyê. Yanî parçe parçe hene.

Mamoste wê kengî derkeve?

Celîlê Celîl: Ez dixwazim ew xebata min a ku 25 cild e xilas bikim, piştre. Bawer dikim jiyana min têrê nake, ditirsim.

Mirin benikê sor û zer û spî ye li ber deriyê her kesî ye. Lê kesek nizane wê kengî be.


xemgînî
                                       



Di tecrûbeya xwe ya kurt a berhevkariyê de, min dît ku hem li nav ciwanan hem jî li nav extiyaran baweriyeke wisa heye weku berhevkarî ne karê ciwanan be, ancax yên kesên temenmezin be. Ji bo teşwîqkirina ciwanan ku berhevkariyê bikin, hûn çi şîretê dikin?

Celîlê Celîl: Hinek dibin mamoste êdî xwe li jor dibînin û gunda biçûk dibînin, ez kêsên wisa gelek nas dikim. Min ev merhale derbas kiriye. Qîmeta kesên wisa li cem min tuneye. Ciwanên îro tu nikarî wan mecbûr bikî, dîsko heye înternet heye televîzyon heye û çi zanim gelek tişt. Tu ciwan î çêtir zanî. Min di xortaniya xwe de wexta xwe wisa derbas nekir. Lê divê kesên rewşenbîr, siyasî û bi tecrûbe li ser vê bisekinin. Bona zimanê me bona dîroka me ev tişt wenda nebin. Ez dia xwedê dikim wekî ciwanên me eger ji gelên xwe hez dikin li ser wê bi zanetî bisekinin ji ber ku sibê tu bibêji ez kurd im eger ne ziman hebe ne folklor hebe ev wek kundireke vala ye.


Di berhevkariyê de we tenê deng digirt an we vîdyo jî girtine? Heger we vîdyo girtibin, hûn ê rojekê parve bikin?


Celîlê Celîl: Wan çaxan tenê me dengirtinok bidest xist, ji bo vîdyo derfet tunebû lê piranî foto hene.



Gotineke pêşiyan dibêje: “Destê xebitî li ser zikê têr e.” We jî gelek xebat kirine. Hûn ji van xebatan têr bûn, tetmîn bûn?

Celîlê Celîl: Dîsa birçî me lê ne zikbirçî me. Berhem berhevkirinê de ez tu car têr nabim ez bizanibim dengbêjek li cihekî heye xewa min nayê heta ku ez xwe negihîjinimê.


*Bextê merya hebya, çevekî merya tine bîya.

*Hatin nav me bîyanî, ji me birin xanî.

*Bextê hineka gûz e, xişxiş dike, ê hineka mewîj e didewise.

*Dîn şîreta nagre, sabûn jî reş a gewr nake.

                                                



Mamoste Ji bo vê hevpeyvînê spasiya we dikim.

Celîlê Celîl: Spas xweş Roza.Ji te ra serfinyazî û di karê xwe de serkeftinê dixwazim.



îmze
                                   


Hevpeyvîn: Hezîran 2018, Diyarbekir


Portre-Celîlê Celîl


Celîlê Celîl, di sala 1936an da li Êrîvanê di nava civaka kurdên Êzdî de çêbûye. Lêkolîner û dîroknas e û di warê folklor û dîroka kurdî de xebatên wî yên akademîk hene. Mamoste Celîlê Celîl kurê Casimê Celîl û birayê Ordîxanê Celîl û Cemîla Celîl e. Weke ku xuya dibe weke malbat di nava dîroka kurdî de girîng in. Li Zanîngeha Êrîvanê û bi dûre jî li Fakulteya Rojhilatnasiyê ya Lenîngradê xwendina xwe kiriye. Di sala 1963 doxtora ya xwe bi dest xistiye.Heta sala 1993an nêzî 30 salan li Akademîya Zanistî ya Ermenîstanê weke zanyarî sereke xebitîye. Di gel birayê xwe Ordîxanê Celîl folklora  kurdî û zargotina kurdî û helbestên ayînî yên Êzdayetiyê berhev kirine û çap kirine. Piştî ketina Sovyetê hatiye Awistiryayê û li wir a bi cih bûye. Piştî xebata Akademîya  Zanisti ya Awistiryayê xewna xwe ya mezin pêk aniye û pirtûkxaneyeke  Kurdî ava kiriye ku têde zêdetir ji bîst hezar pirtûk kovar û rojnameyên kurdî bi cih bûne. Xebatên wî yên dîrokî pêşî li ser serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî dest pê kiriye û bi dûre ser jiyana rewşenbîrî û ya dawiya sedsala 19an û serê sedsala 20an xebitiye.




  











10 yorum: