Merivkî hebîye şivan
bîye. Li çolê li ber pez şivan bîye. Şivanê gund e û gelê gund tên bêrîyê. Jinikkî
tê da dîya yetîma ye û yek bizinkî wê ye. Di nav pezê wê da a baş a bi şîr ew
e. Û çiqas tê bizina wê dotîye. Şivan ra dibê;
– Şivan ez dîya
yetîma me, hiquqê yetîma pir e û çima
ewqas pez ê gund heye tu a min didoşî. A min yek tenê ye.
Şivan sond dixwe dibê;
- Min bizina te nedotîye. Ez çawa bizina te bidoşim!
Roya dinê jinik tê cardin
zî dotîye. Ê jinik dibê;
- Te do go min nedotîye vay te dotîye.
Roya sisî ya jinik dibê;
Boy xwedê tu a min
nedoşî! Û şivan jî nedotî ye. Şivan tehqîba vî bizinê dike. Şivan;
- Di vî dotina heywanê da miheqqek mucîzekî heye. Ez nadoşim
û xeynê min kes li ber tunin karikên ku pê bimjîn zî tunin û bizin wextê dotinê
dotîye ev çi hîqmet e?
Şivan diçe nava çîya mêze dike, bizin ket nava mixara da. Bizin
di mixarakî da çû xwarê şivan zî li du diçe wextê diçe gurkî her du çava kor
çêlikê gur e. Bizin ket mixarê;
-Me me me. Lê deng kir ew hat bizinê guhanê xwe kir devê wî
ev cewrikê gur guhanê bizinê mijîya heta guhanê wî vala kir. Şivan ji xwa heyîr
dimîne. Dibê;
- Yarebbî ev gurê kor di wî şikeftê da û xwedê Teala rizqê
wî dide ma ez çima şivanîyê dikim. Tobe be li min ez herim, çov teslîm dikim ez
daha nayêm ber vî pez ê. (Qerar di eqlê xwe da wiha digre)
Diçe bêrîvanên wî tên.
Jinik cardin dibê;
-Te ya min dotîye. Şivan deng nake. Şivan dibê;
- Xweyîyê pez hûn tev li vir in ji xwa yekî bigrin ez daha şivanîyê
nakim
Şivanîyê nakî! Dikin nakin şivan dibê na. Tê malê ji malbata
xwe ra dibê. Jina wî dibê;
- Tu çawa şivanîyê nakî? Ma tu şivanîyê nakî ka em ê bi çi
xweyî bin. Şivan ;
- Hurme ez şivanîyê nakim. Ew gurê kor binê mixara erdê kûr da
bizin here şîr bidêkê ez ê çima heta êvarê dû pez bazdim. Xwedê rizqê min dide
nade bi kêfa xwe ye.
Şivan li malê midekî dimîne ew û jinik daîm şer dikin jinik dibê;
- Tu çima naçî îşkî karkî! Şivan;
- Ez naçim. Rizqê min ji ku dide bila bide. (Yanî
bawermendkî awa bûye)
Jinik diçe çolê qotika
hijika topke bîne malê. Mêze dike qotkî di nava keviran, koka darê kevir lê top
in binî da hişk bûye dibê;
- Wele ez ê vî ya zî derxim.
Dora wî darê hemî bela dike tişkî nayle û wî ya digre vedike vedike mêze dike kupkî di binîda ye. Ewî kupê xwe digre devê wî vedike ku kupê wê tijî zêr in . (Ê çi be zî milet bazdide diçe cem mela, şêxa) Dibê;
- Ez herim cem melayê me bibêm hal hewalkî awa ye min kupkî
li wir dîye. Ez vî kupê derxim tişkî bi min nebe hela ez herim ji melayê ra
bêjim. Diçe ji mela ra dibê;
- Mela hal meselekî awa min kupkî filan cî dîye were em
herin derxin. Mela dibê;
- Bila be ser çava! Tu qariş nebî keçê ma tu yê kor bibî. Jinik
dibê;
- Ez çima kor bibim? Dibê;
- Ew ya ez sîhra wî îptal nekim tu yê kor bibî tu dest pê
nedî. Mela diçe dibê;
-Ka em ji vir bidin cihkî dinê teslîmê min bike em bidin
cihkî dinê. Jinik lê seyr dike. Mela goya dibe cîh bidêkê xebara wî pê tune ku
jinik seyra wî dike mela dibe cî didê ji jinikê vedişêre jinikê dixapîne. Jinik
tê malê dibê(Ji mêrê xwe ra)
- Filankes ez heq didim te. Mêrik;
- Heqê çi didî min?
Dibê;
- Xwedê rizqê me da û cardin mela ji me sand.
Mêrik;
-Çawa dibê mela ji me
sand!
jinik dibê;
Mela dibê way min cî da tu qariş nebî hal mesele
awa.
Mele bazdide vedişêre ku bibe derengê şevê here bîne. Mêrik berîya
mele diçe wî zêrê tîne malê. Mele diçe zêr tunin bi ser mala wê de tê dibê;
- Te wan tiştan daye ku?
jinik deng nake. Mêrik
dibê;
- Tiştê çi mal ava .
Mela;
- Min û jina te tev kupkî zêr veşartibû û niha ne li cîyê
xwe ne.
Mêrik dibê;
-Zêr va ne, zêrê te
ji ku hatine jina min zêr dî te çû.. te çî ye zêrê jina min girtine. Zêr ê wî
ne. Îja jinik tê mêrik dibê;
- Hurme
Dîsa mesela ewî gurê
birçî dibêje;
- Te tumî ji min ra digo
tu çima naxebitî hal mesela bizinê ev e, bona wî Rebbê A’lemê rizqê min wextê
bide ez boşina çima bixebitim. Çi ji xwedê bixwazim ew tê a way zêrê me hatîn
êdî ihtiyacîya me bi tişkî tunin.
Herem: Diyarbekir-Karaz
Vebêj: Mele Ehmed
Temen: 64
Berhevkar: Roza Sîerra
Dîroka Wergirtinê: 1.09.2018
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder