Mele Asim di sala 1929an de li navçeya Karazê ku girêdayî Diyarbekirêye hatiye dinê. Ew di heft salîya xwe de dest bi xwendina qesîdeyan kiriye. Herwiha gelek qesîde û beytan jî nivîsîye. Mele Asim di sala 2014an de li Diyarbekirê çû ber rehma Xwedê.Vê helbesta şairê gewre Melayê Cizîrî, Mele Asim heftê sal berê di dîwanên kurdan de wek qesîde xwendîye.
Çîn Çîn Kirin Zulfên Siyeh
Çîn çîn kirin zulfên siyeh, kesketlesa dîba qeba
Êdî nişan nabin xwiya,têkilkirin lazim seba
Min dî seba dayê seher,madarê bedrê kir du ker
Qews û qezeh jê hate der dîsa, bi zulfan ra teba
Îro ji me l’bedra temam, enberfeşan bin sed selam
Ey hudhudê şîrînkelam, ehlen we-sehlen merheba.
Min dilberek wek durr heye, mehbûbê şîrînsur heye
Husn û cemalek pur heye, belqîs-sifet mesken Seba.
Şox û şepala meyperest, ew zalima hişyar û mest
Vê nameyê xef dê vi dest, fî teyyiha neşr un-neba
Bêj ew şirîna surperî, durdaneya ez muşterî
Kan ehd û peymana berê, bêfayde çûn şubhê heba.
Me divê periya dilberê, lê hê li uslûba berê
Lê kifş bibîte ji pencerê, bê û biçit teşbîhê ba
Dilber mecala name dî, nasî ko nîşana me dî
Nûnek muxalif tê nedî, hel qelbuha nehwî seba
Neyşekera spî dest û zend, zanim mecala name xwend
Lêvan tebessum kir ji qend, maset ke-banîn fî ruba
Qasid bi meqsûda me hat, ba mujde û emr û berat
Nîşan hinarin hem xelat, şehzadeya gulgûn qeba
Îro mecal lê hat û wext, dîsa ciwan bû min dirext
Ew lami'a dayî ji text, ma kane berqen xulleba
Selwa rewan zerrînwereq, çîçek Melê dîn sed neseq
Yaqûtuha yehk îş-şefeq, yehkî 'ûqûden kewkeba.
Melayê Cizîrî
Çend wêne ji arşîva Mele Asim
arşîv |
arşîv |
Sêydayê Meheme ( Bavê Mele Asim ) |
zarokatî |
eskerî |
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder