18 Kasım 2018 Pazar

Îşê Mêra Belî Nabe



vebêj
                                                           
Malbatekî heye jinik dostê wî di hundirda ye. Mêrê wî tê malê, jinik ji bo ku dostê wî nebîne oyin li ser mêrê xwu çêdike. ( Dostê wî ji bo ku di hundirdaye ) Ji mêrê xwu ra dibê,
- Tu bi xêr hatî ser çava ra hatî. Uuu! Tu çima wisa nexweşî rengê te çûye.
Jinik destê xwe dide ser enîya wî dibê,




- Sankî agirê te heye.
 Mêrik dibê,
- Na keçê! Ez baş im cîkî min naêşe.
 Jinik,

- Na na wîîîî!  Wele tu nexweşî halê te tune, ez zanim di rengê te de belî ye.
 Û wisa oyînkî li serê mêrê xwu çêdike. Cila lê dike, serê wî girêdide, îlaca didê, wî dike nava cîya. Ji bo ku dostê xwu ji hundir bi dizî derxe .Qederkî dimîne ji mêrê xwu ra dibê,
- Kuro destava te nay?
 Mêrik dibê,
- Na.
 Jinik,
- Na na tê ez zanim tê wîîî!!!



 Û jinik radibe wî dibe derva berderî dibê tu li vira rûnê ez anha têm. Qederkî dimîne jinik diçe hundir derî digre û êdî nay. Mêrik îşê xwu diqedîne tê li derî dixe.
 jinik dibê,
- Kimooo?
Mêrik,
- Wîîî li min ê ez hatim mehla tirka! Keçê derî veke ez mêrê te me.
 Jinik,
- Naaa! Te nas nakim ez çi zanim tu kî yî ez derî li te vekim.
 Mêrik dibê,
- Wele ez hatim mehla tirka neyse ez herim.
Mêrik diçe digere digere, dîsa tê ber derî jinik îja bi zazakî dibê,
- Ti kamo?
Mêrik dîsa dibê ez im mêrê te derî veke!
Jinik dibê,

- Wele ez te nas nakim. Ezê çawa derî li te vekim.
 Dîsa eynî tişt dewam dike. Îja diçe mehla Kurmancada dertê.
 Mêrik dibê,

- Bira jî qêy ez nexweş im, jina min ji min ra go tu nexweşîîîî min bawer nekir. Hişê min ne li serê min e şev li min gerîyaye, min mala xwu hinda kir. Ez herim qehwê belkî yekî nas rastê min were min bive mala min.

 Diçe qehwê mêrikê cîranê wî, wî dibîne dibê,
- Kuro vî ya çi halê te ye, çima tu awa bûyî.
Dibê,

- Wele qet nebêje cîran ez hatim malê û jina min ji min ra go tu nexweşî min go na. Ez hatim derva piçkî destava xwu bikim ez fetilîm û min mala xwu hinda kir. Ez çûm gerîyam gerîyam ez di mehla xerîban da derketim.
Mêrikê cîran dibê,

- Ka were ez te bibim mala te.
 Mêrik bi destê wî û milê wî digre dibê haydê em herin. Diçe derî dixe jinik dîsa wek ku li mêrê xwu kirîye lî wî jî wisa dike.
Mêrikê  cîran dibê,

- Wele bira jî ev der ne mala te ye. Mehla xerîbaye.
Û herdu digerin digerin diçin mehla Tirka, mehla Zazaya, mehla Kurmanca. Welhasilî mêrik dibê,

- Wele rast e îşev şev li min gerîya ye, ez nexweş im. Ez way mala xwu nas nakim de ka ez herim cîkî rakevim ka sibe bibe, ronî bibe Xwedê mezin e. Merikê cîran dev jê berdide diçe mala xwu, ew jî diçe xwu dike binê zibilê ku tê de germ bimîne. Dibe sibe şeveq dide ku dinya ronî dibe. Dibê,
-Ez ka herim mala xwu.

Diçe li derî dixe jina wî jê ra dibê,
- Tu li ku derê bûyî?  Tu çûy derva ber derî destavê û tu çûy serî li te hinda bû. Ez heta sibe li te gerîyam ez ewqas ketim meraqa te! Tu li ku bûyî? Min go belkî tişkî hatiye serê te tu nexweş ketî.
Mêrik jî wisa ji xwu razî destê xwu li yaxa xwu dixe ziblê jî diweşîne dibê,

 Îşê Mêra Belî Nabe



rêya berhevkarîyê

mazûvanî

mihebet



                                                             
                                                                   


Herêm: Diyarbekir - Farqîn
Cure: Çîrok
Vebêj: Necîbe
Temen: 46
Berhevkar: Roza Sîera


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder