Go hebû tunebû Bizinek hebû. Bizin çû za xanîyekî da cotik
kehr hanî, navê yekê kir Şengê navê yekê kir Pengê. Bizin diçû çiya diçêrîya
digo,
Şenga min Penga min
Dayîka we çû zozana
Pel kir pelê qizwana
Şîr kir xelfê guhana
Bizinê derî li Şengê û Pengê
vedikir çiçikê xwe dida wan dixwarin, ro kî dudu sisîyan werkîne çû.
Îjarê Bizinê go,
-Şenga min Penga min gur heyî mêze gur hat we nexo ha!
Û Bizin çû.
Gur hat ber qêpî go,
Şenga min Penga min
Qapî diya xwu vekî
Dîya te çû zozana
Pel kir pelê qizwana
Şîr kir xelfê guhana
Şengê û Pengê di qulîkê de mêze kirin û gotin,
-Hiii! Tu Gur î dîya me reş e.
Gur çû xwe di tenî menîyê û herîyê da bankirê Şengê û Pengê,
qapî vekirin û Gur wan xwar û çû. Bizin
hat çû ser xanîyê gur teprep kir.
Gur go,
- Ew kî ye ser xanîyê min teprep dike?
Bizin,
-Ez im! Te Şeng û Penga min xwarîyî!
Gur,
-Na min nexwarîyî
Bizin,
-Wele te xwarîyî
Gur,
-ji min biger!
Jina min hevîr diki
Bûka min neqşan diki
Ez titûna xwe çêdikim
ez nayêm
Bizin,
-Tu yê bêy te xwarîyî!
Gur û Bizin rabûn bi rê ketîn çûn. Gur çû hebanek tije tir û
fis kir û hebekî nîsk avêt navê û Bizinê jî şîrê xwu dot mastê xwu girt û çûn
cem Qazî derdên xwe gotin.
Qazî go, şîrê Bizinê çi xweşî (giş derewbûn ma bizin kanî
şîrê xwu bidoşe)
Qazî go,
-Hele Gur were vir de, ê te çî ye?
Gur rabû devê hebana xwe vekir go pifff avêt serçavê Qazî û
nîsk li çavên Qazî ket û çavê wî rijîya.
Gur û Qazî ber re hevda Qazî qiloçê Bizinê tuj kir diranê
Gur ko kir û Bizinê ji zikê Gurê qelaşt Şengê û Pengê holî derva bûn. Bizinê
go,
- Şenga min Penga min hûn ku da çûn?
Şengê û Pengê,
-Dayê em çûn mala
xalo, me tê de şîr û şekir şekir xwar.
Mesela min gîhara
Rehme li dê û bavê guhdara
Xilaf şêytanê ber dîwara
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder