Sersala We Pîroz Be |
Kurd bi hezar salan e 13ê çileyê wek sersalê pîroz dikin. Ev teqwîma rojê li Mezopotamyayê digihîje heta Sûmer û Babilîyan. Di sersalên kurdî de mêrek dikeve dilqê jinan û bi mêrekî din re derî bi derî digerin, dûrik û stranan dibêjin, direqisin û ji nav şênîyan xurekên wek gûz bastêq mewij û zat berhev dikin. Ev kes çi bixwazin çi bi dilê malîyan çi bi zorê dikarin bistînin. Ev adet bi piranî ji nav Kurdan hilatîye lê li hin cihan hin jî berdewam e. Min xwest vê adeta Kurdan bi bîr bînim. Kerem bikin Sersala Kurdan ji Tixûbîyan guhdar bikin.
Çend kêlî ji Tixûbê
Mêrdîn-Tixûb
Serkeftin Roza. Qird; meymûn. Qirdik; mirovê ku xelkê dîkenîne.
YanıtlaSilLi cem me hirç jî hebû, Yekî post diavêt ser xwe gava xwediyê malê derî vedikir xwe diavêt eywana malê û xwe diavêt erdê, heta xwediyê malê rûn savar riz an jî mirîşkek (ku çi kêm bû ew dixwest) nedida hirç li erdê ranedibû.
mal ava, ka rojekê bêm cem te jî :)
Sil