31 Ocak 2019 Perşembe

Qerejdax / Kaşûnbazî


Qerejdax Navenda Kaşûnbazîyê
                                               

Dema ku dibên Qerejdax gelek tişt tên bîra me; Kevirên reş, şelwarên kurdî, şarikên mohrî, mast û penîr û birinca qerejdaxê û hwd.
Gelek xweserîyên Qerejdaxê hene yek ji wan jî Navenda Kaşûnbazîyê ye. Berîya ku herim Qerejdaxê min ji çend zimannasan pirsî,


- Gelo navê Kayak Merkezî bi kurdî çî ye?  Her yek tişteke gotin; kaşûnbazî, şemitandin,kaşkaşokî,tehşone..( Ger pêşnîyarên we jî hebin hûn dikarin wek şîrove binivîsin) Welhasil, min jî navê kaşûnbazîyê bi kar anî. Belkî bi xêra Qerejdaxîyan re kaşûnbazî bikeve lîteratûra me û bibe "spora me ya mîllî" Ji ber ku bi şelwarên xwe bi awayekî profesyonel kaşûnbazîyê dikin û li ber wê sar û sermayê wekî teyrê baz difirin. Kerem bikin û temaşe bikin.




Çend kêlî ji wê rojê




















4 yorum:

  1. mi divabŭ te bigota bè ka mero j carbekir an ji bajarèn derdora qerejdaxè çilo dire wède. mi divabŭ te bigota ka tistekî xwarinè li wir difroshin an divè mero bi xwe re bibe. cihè kashunbazîyè bi heq e yan bellash e...

    YanıtlaSil
  2. Navenda kaşûnbazîyê li serê rêya Carbekirê ye û girêdayî navçeya Sêwregê ye rê paqij û nêze lê divê erebeya te ya taybet hebe. Li wir bufeyek biçûk heye ekmek arasi sicuq çêdikin lê qet nexweş e ger tu bixwazî dikarî li wir izgara çêkî. Cihê kaşûnbazîyê bi heq e kirêkirina kizakan ji bo du saetan 25 tl ye palet jî 70 tl. Kesên ku ji bo şemitandinê nexwazin pere bidin bi xwe ra poşet û leganan tînin:)

    YanıtlaSil