18 Mart 2019 Pazartesi

Dêrika Çiyayê Mazî



Dêrika Çiyayê Mazî
                                 

Min ji bo berhevkariyê vê carê berê xwe da Dêrika Çiyayê Mazî.

Dêrika Çiyayê Mazî!
Bajarê jinên bedew, warê kitana spî û hibriyê warê kêf û xweşîyê warê çêr û xeberan warê eraqçiyan û warê zeytûnan û gelek warên din......
Li Dêrikê her der zindî ye jiyana rojane rengîn e. Dêrik bi mizgeft û dêrên xwe şûnewarekî bîr û bawerîyan e.Tûrikên wan tije ne. Dengbêjên wan meselok û henekên wan jî têra xwe hene.
Bi derbekî dikarin qala gelek tiştan bikin min jî bi derbekî tûrika xwe tije kir.

Ez çûm bûm mêvana Ehmedê Tilbismê û Elîfa Terzî. Rojeke têr û tijî xweş û bi kêf. Ehmedê Tilbisimê strana xwe ya Keçka Qereçî ku wî bi xwe hilbirandiye got. Elîfa terzî jî çîroka Fatikê got.



Fatikê

Fatikê hebû ber destê ap û amojinê bû. Di keçikê wê hebû yek a amojina wê bû yek ber destê ap û amojinê bû. Keçik mezin bû xwedî kirin xwezgîniya keçika a ber destê ap û amojinê hat a tîyê wê hat. Amojina wê go,

- Welle em ê veşêrin ma qîza wan ji me xweşiktir û xwezgînî hat û malik zengîni emê wê bixwazin bira qîza min her ji wan ra.
Xwezgînî hat amojin rabû Fatikê bir kir tenûrê. Ê Fatikê feqîri hêsir e ber destê ap û amojinêyî. Bir kir tenûrê sêlik da ser û kevirek jor da ser. Xwazgînî çû rûnişt lawik ê ew keçika eciband go,
- Wele ez im ne va keçika yî go mi va keçika dî dilê min ketê ne vaya bû!
 Go dîkê malê hebû çû ser tenûrê azan da go,
-Qîr qîr qîr Fatikê tenûr de de kîrk û gunik paş perde de.( yanî a paş perdê a dêmarîyê kîrk û gunik pê qayîl nebû)
Amojina Fatikê go,
- Hiştttt! Ker hato çevan hato! Rab kuro her vê dîkî bukij bîne şerjêkin.
 Û dîk firîya çû ser qozîya xênî.
Go,
 -Qîr qîr qîr! Fatikê tenûr de de kîrik û gunik paş perde de.
Ê zava jetonê wî ket go,
- Quran ezê her tenûra malike.
Yekî go,
- Apo ti neri neri ezê herim tenûrê binerim.
Zava  go,
-Na bise ezê herim dîk bînim şerjêkim.
 Rabû çû lê nêrî fatikê bira tenûrêde yê o sêlik ser û kevirek jor serde yê.
Zava,
- Bavo ha nîşaniyê min xera kin.
Bavê zava,
-Çilo xera kin?
Zava,
-Bavo xera kin ji mir ne lazime ez lawê padîşah im ez hatim vî derîya xist mi ji xwe ra keçikek dî ne qîza min e ez nakim.
Bav,
-Leyê min tu wer bibê tu îro vî bajarî xera bik ez ê xera bikim.
Zava,
- Na bavo bi xwedê bira dilê min şikest ez nakim.
Amojina Fatikê lê zîvîri go,
- Erê law tu dibê venegeri vay qîz girîyayi tirsîyayî çûy ketî tenûrê yanî ew ji xwer çûy ketî tenûrê.
 Jinik derxist hanî hat nîşanî kir û xwazgînî kir û yanî wê bê bibi jinikê dîsê Fatikê ji ber veşart. Di bin gelînlixê Fatikê degiş kir. Mêrik bir go qêy Fatikê yî. Sê roya sê şeva bi def û zirne dawetê kir. Mêrik lê nêrî ne Fatikê yi. Fatikê hundirde yê hundir girêdayê o teştek dayî ber. Go,
- Tu derkevî ezê te bikujim gera vê teştê tijeee hêsir bik. Tu wa bigirî tu vê beroşe tije hêsir biki.
Fatikê çer bike revîya cîranê û girîya cîranê go,
-Fatikê tu bibû bûk!
Fatikê,
-Welle na, amojina min qîza xwe daye kir bûk û gelinlikê min ji min kir û li wê kir û go, heya ez bêm gere tu vê beroşê tije hêsir biki.
Mêrikê cîran ban kir go,
- Tu wer qîza min, hêsir şor e. Tu satilek av bîn ji xalê xwe ra.
Fatikê av anî û mêrikê cîran sê torbe xwey bera nav da o li hev xist li hev xist go,
- Wexta amojina te bê bêj, a way ez aqusa girîyam va stîla tije hêsir kir.
Fatikê,
-Bira xalo?
Mêrikê cîran go,
- Erê!
 Mêrik lê nêri, Fatikê jî xwe degiş kir o solek kir pê o çû temaşa daweta xwe binêr. Çû binêr çima yek pê nehesîya. Berbû belav bûn Fatikê wer ji tirsa revîya revîya ferek sola wê ket.
Zava jî wexta serçavê bûkê bilind kir lê nêri ne Fatikê yi. Di nav dawetê bi hespê gerîya gerîya jinik vegerand qîza apê wê vegerand go,
-Vê jinê nakim!
Layê paşê vegeriya lê nêri way sola wê li vir ketîye rahişt sola wê nas kir a Fatikê yi. Go,
-Ev sol ji a kêr bi  ez ê îro wê bînim dewsa Fatikê.
Layê paşê geriya geriya geriya wele gund kes nema ê mêrikê cîranê wan go,
- Wele Fatikê ma Fatikê di hundirdayê bi xwedê revîya mi dî sola wê vaya bû.
Layê paşê çû Fatikê digirî teştek ber e.
Fatikê,
-Bi Xwedê amojina min min bikujê bise dawet belav bû ez bigirîm.
Layê paşê serê wê bilind kir go,
- Ma tu Fatikêyi qîza layê paşê yi.
Fatikê,
-Wele amojina min gelînlikê min ji min kir û li qîza apê min kir û go tu vê beroşê tije hêsir biki wextî were ez newêrim gere ez beroşê tije hêsir bikim.
Layê paşê,
-Fatikê çima sola te ketîye?
Fatikê,
-Wele mi hat li daweta xwe nêri ez têêrrr girîyam û amojina min li min hay bibi ez revîyam hat im ji tirsa sola min ji nigê min ket. O jê tirsîyam  lê venegerîyam.
Layê paşê,
-De tu qondera xwe pê ke û wer hadê.
Fatikê,
-Wele ez newêrim ana ji bo xwedê pêxember dev ji min berde bi quran ez bêm cem te jî carkî bêm malê apê min ne hazir be wê amojina min mi bikuje.
 Nekir lawik çû ji xwa yekê dinê hanî. Çû yeke din ji xwe ra anî kir dawet û ap û amojinê wê hat keçik vegerîya go,
 -Keçê ji bo çi ti vegerîya?
Keçikê  go,
- ji xwe yeka dinê dîbû û pê qayîl nebû rabû vegerand.
Amojin,
- Ê de Ya Allah ya sebûr xwedê mezin e!
 Çêleka wan hebû  keçik berdestê ap û amojina ye ne lê dinerin ne poz û rû didêyê ne nan û av didêyê. Çêleka wan hebû pir xurt bû. Fatikê di guhê wê di peyîvi. Çêlekê go,
- Fatikê çi tu wer ber min guhê kî min ê bi goşt û birinc û guhê kî min tirşika fasule bixo. Qîza apê te bê ez tiştek nadim wê nexo.
Fatikê,
-Çilo!
Çêlek,
-Fatikê zikê min bi te dişewite tu her carê bê ber min tê têr bixoy û wer malê.
 Fatikê her ro ji amojina xwe ra dibê,
-Na na! Amojin tu ner ner ezê herim ber çêlekê.
Fatikê diheri têr dixo û qîza amojina wê ro bir o ziîf dibe û Fatikê ro bi ro gewr dibe boz dibe qelew dibe. Amojin go,
- Wele Fatikê diçe ber çêlekê xurt dibe û qîza min ziîf dibe.
Qîza xwe şand qîza wê dîs zeîf bû. Amojin go,
- emê flîmekê çêkin.
 Keçikê go,
- Yadê ti çi flîmê çêkî?
 Go,
- Qîza min emê çêlekê şerjêkin bavê te ji êzinga hat ezê bêm çêleka me kir mirava me kêr da stû û çû. Jinikê kir gazî go,
- Hahoo hela biraoo cirano! Birev keçê birev cîranê me Îsmeîl bira wer çêleka me serjêke.
Îsmeîl hat ku çêlek xistîyê nig girêdayi go,
- Hahoo! Bire Îsmeîl çêleka me ketî ser genim genim lêketîyi nepixiyi çelek a mirinêyi.
 Îsmeîl go,
- Şerjêkim xwa min zilamê te ney nexeyd?
Jinikê  go,
-Na na şerjêke zilamê min naxeyde.
 Rabû şerjêkir.
Amojina wê digo bira yeterkî Fatikê nere ber goşt û birinc û tirşikê nexo. Şerjêkirin, jinikê goşt hûr kir û hûr kir û hur kir. Kir kîsa kir qawirme kir teneka. Kir nekir hûr nebû bi balta lê dixe bi bivira lê dixe goşt hûr nabe. Goşt te’m kir te’ll. Goşt wek zirêv e. Go,
- Bavoooo! Qîza min wer goştê vê çêlekê nayê xwarin. Çelek zehirlenmiş bîye. A mirinê ye em kî vî goştê bixon emê pê bimrin.
 Jinikê rabû kîs anî goşt kir bi derî gund kir qûça. Fatikê çû berê goşt bi Fatikê peyîvî go,
- Fatikê!
Fatikê,
-Çi?
Goşt,
-Wele ez gişra te’l im bi te şêrîn im. Wî goştê tê carê wer ber goştê min bixwe.
 Fatikê agirê xwe da da goştê xwe da ser û biraşt lê nêrî goştê wê bira şêrîne
Goşt,
-Fatikê ez bi gişra te’l im bi te şêrîn im zikê min bi te dişewite. Tu ber destê ap û amojina yî.
 Rabû Fatikê goştê xwe xwar.

Mersela min gîhara rehme li dê û bavê guhdara.

Herem- Dêrika çîyayê mazî

Vebêj- Elîfa terzî

Temen- 55


Berhevkar – Roza sîerra




Çend kêlî ji wê rojê



Ehmedê Tilbismê
                                     

      


civata me


Elîfa Terzî


li terziya Dêrikê


Tawaya Dêrikê


Çemê Xabê
                                     
                                       

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder