22 Ocak 2019 Salı

Gurê Bêaqil


Azadîya gelan bi ronîkirin û xwedîderketina berhemên gelêrî pêkan e. Ro li me za bi xebatên hêja ên Rozayê û vê çîrçîrokê diyarî hez û hêza wê yî kurdî dikim.



Gurê bêaqil
                                 
Gotin wextekî gurekî birçî hebû. Ev gur gurekî bêaqil bû. Ev gur rojekê birçî bibû û gotiye hela ez ji xwe re tiştekî naxwim. Gur li çiya û newala digere. Çû li bizinekê rast hat û ji bizinê re gotiye ez ê te bixwim. Bizinê jî ji gur re gotiye:




-Hey tu yê min bixwî, ez qismetê te me. Xweciyê min ti carî ji min re bilûrê nexistiye, ez jî ji bilûrê pir hez dikim. Ji min re bilûre xe û dîsa jî min bixwe. Gur gotiyi ka ez ê çawa ji te re bilûrê xim. Bizinê gotiye hema rahêle darekê û  di ber devê xwe de bivê û û ûrr… 


Ez ê jî bi wî dengê te bivêjim vay ji min re bilûrê ket. Gur bê aqil bû û rahişt çoyekî û kir ber devê xwe got: Ûû ûû û ûr… Wexta gur kir ûr ûr deng çû şivana. Şivana got welleh ji wî alî zûrzûra gurekî tê. Gundî lê hatin hevdu. Bi kevira, bi ça bi wî ketin. Gur xwe ji nav destê wan xelas kir û çû.


Çend roj çû û gur dîsa birçî bû. Got hela ez dîsa ji xwe re bigerim bê ez ji xwe re qismetekî nabînim.  Got çû li hespê rast hat û ji hespê re gotiye welleh ez ê te bixwim. Hespê jî gotiye hey tu yê min bixwe, ez qismetê te me. Hema tu carî siwarê min tune bû û kes li min siwar nebûye, ew miraqa li min çûye.

Gur gotiye ka ez ê çawa li te siwar bibim? Ez heta a niha li hespê siwar nebûme. Hespê gotiye hema ez ê xwe li ber tatekî dim. Tu jî xwe çenke ser min û li min siwar bibe.

Gur çû ber kevirekî hesp sekinî û gur xwe avêt ser hesp lê siwar bû û xwe pê şidand. Hesp reviya û berê xwe da gundekî û wî li nav gund danî û çû. Got gundeyekî gotiye welleh gurek li hespekî siwar bûye û got lê hatin hev du û bi ça û daran pê ketin û gur bi zorê xwe ji nav lepê wan xelas kir.

Gurê birçî birçî digere li gund û newalan. Çû dîsa li qantirekî rast hat û ji qantirê re got ez ê te bixwim. Qantirê got hey tu yê min bixwe, ez qismetê te me. Lê heta niha ti kesî tu caran ez nal nekirime û ew miraqa li min çûye, hema bila ew miraqa li min mere.

 Gur gotiye ka ez ê çawa te nal bikim?  Ma ez nizanim te nal bikim. Qantir ji gur re gotiye:
-Hema here paş min bisekine û du kevira rahilê û bivê teq teq teq ez ê bivêjim welleh vaye xweciyê min, min nal dike.
Got gur bê aqil bû, çû rahişt du kevir û paş qantir got teq teq teq û li hev xist û qantirê pehînek li serê wî dada. Go serî lê bela kir. Serî lê şikenand go gurê te çû ji xwe re ber zinarekî raket û got: 
                                                                                                                
 -Law bê aqilo! Tu ji xwer li bizinekê rast hat, de tu yê ji xwe re wê bizinê bixwara. Ma bavê te bilûrvan bû, ma kalê te bilûrvan bû te çû li bilûrê xist gundî li te hatin hevdu, şivan li te hatin hevdu û tu kirin halê kuştinê. Tu çû li hespekî rast hat tu yê ji xwe re wî hespî bixwara. Ma bavê te siwarê hespê bû, ma kalê te siwarê hespê bû. Tu çû li hespê siwar bû, berê te dan gund, gundî li te hatin hevdu  û te kirin halê kuştinê. Tu çû li qantirekî rast hat tu yê ji xwe re bixwara. Ma bavê te nalbend bû, kalê te nalbend bû tu çû paş qantirê sekinî û qantirê pehênek li serê te dada û serê te şikand.
Hîn gur di ber xwe de dipeyivî seyidvaniya go:

- ” Xwaaa! Wa dengê gurekî tê li ber zinarê. Go way gurek ji xwe re derdê xwe dibê.”
Go wan jî kevirek bera ser gur da û gur birîndar bû û wê de çû û dîsa ber xwe de peyivî got:
- Law bavê te dengbêj bû, kalê te dengbêj bû. Hema çi derdê te hebû, bila di zikê te de ba, de îjar bimire û geber bive.

Herem -Derika Çîyayê Mazî

Cure - Çîrçîrok

Vebêjer - Mehdîye Yilmaz 

Temen - 67

Berhevkar - Serwext Xeyalî                                                                                                         



Hiç yorum yok:

Yorum Gönder