10 Nisan 2019 Çarşamba

Zêmar



Vebêj
                                   
Zêmar, ew derbirîna ku di kêlîya herî şikestî da xwe li gewriya meriv digerîne. Weke nêynika êşa dil û rihê parçebûyî nîşana kezeba sotî û sitara jinên reşgirêdayî...

Zêmar ew stranên biaheng in ku li pey bûyerên dilşewat diqewimin. Ji ber ku wisa ye jî di temayan zêmaran da xem û keserên kûr xwe didin ber.


18 Mart 2019 Pazartesi

Dêrika Çiyayê Mazî



Dêrika Çiyayê Mazî
                                 

Min ji bo berhevkariyê vê carê berê xwe da Dêrika Çiyayê Mazî.

Dêrika Çiyayê Mazî!
Bajarê jinên bedew, warê kitana spî û hibriyê warê kêf û xweşîyê warê çêr û xeberan warê eraqçiyan û warê zeytûnan û gelek warên din......
Li Dêrikê her der zindî ye jiyana rojane rengîn e. Dêrik bi mizgeft û dêrên xwe şûnewarekî bîr û bawerîyan e.Tûrikên wan tije ne. Dengbêjên wan meselok û henekên wan jî têra xwe hene.
Bi derbekî dikarin qala gelek tiştan bikin min jî bi derbekî tûrika xwe tije kir.

Ez çûm bûm mêvana Ehmedê Tilbismê û Elîfa Terzî. Rojeke têr û tijî xweş û bi kêf. Ehmedê Tilbisimê strana xwe ya Keçka Qereçî ku wî bi xwe hilbirandiye got. Elîfa terzî jî çîroka Fatikê got.


31 Ocak 2019 Perşembe

Qerejdax / Kaşûnbazî


Qerejdax Navenda Kaşûnbazîyê
                                               

Dema ku dibên Qerejdax gelek tişt tên bîra me; Kevirên reş, şelwarên kurdî, şarikên mohrî, mast û penîr û birinca qerejdaxê û hwd.
Gelek xweserîyên Qerejdaxê hene yek ji wan jî Navenda Kaşûnbazîyê ye. Berîya ku herim Qerejdaxê min ji çend zimannasan pirsî,

22 Ocak 2019 Salı

Gurê Bêaqil


Azadîya gelan bi ronîkirin û xwedîderketina berhemên gelêrî pêkan e. Ro li me za bi xebatên hêja ên Rozayê û vê çîrçîrokê diyarî hez û hêza wê yî kurdî dikim.



Gurê bêaqil
                                 
Gotin wextekî gurekî birçî hebû. Ev gur gurekî bêaqil bû. Ev gur rojekê birçî bibû û gotiye hela ez ji xwe re tiştekî naxwim. Gur li çiya û newala digere. Çû li bizinekê rast hat û ji bizinê re gotiye ez ê te bixwim. Bizinê jî ji gur re gotiye:

14 Ocak 2019 Pazartesi

Sersala Kurdan


                                                       
Sersala We Pîroz Be
                                                   
Kurd bi hezar salan e 13ê çileyê wek sersalê pîroz dikin. Ev teqwîma rojê li Mezopotamyayê digihîje heta Sûmer û Babilîyan. Di sersalên kurdî de mêrek dikeve dilqê jinan û bi mêrekî din re derî bi derî digerin, dûrik û stranan dibêjin, direqisin û ji nav şênîyan xurekên wek gûz bastêq mewij û zat berhev dikin. Ev kes çi bixwazin çi bi dilê malîyan çi bi zorê dikarin bistînin. Ev adet bi piranî ji nav Kurdan hilatîye lê li hin cihan hin jî berdewam e. Min xwest vê adeta Kurdan bi bîr bînim. Kerem bikin Sersala Kurdan ji Tixûbîyan guhdar bikin.