22 Aralık 2018 Cumartesi

Şengê û Pengê


Vebêj
                                   
Go hebû tunebû Bizinek hebû. Bizin çû za xanîyekî da cotik kehr hanî, navê yekê kir Şengê navê yekê kir Pengê. Bizin diçû çiya diçêrîya digo,

18 Kasım 2018 Pazar

Îşê Mêra Belî Nabe



vebêj
                                                           
Malbatekî heye jinik dostê wî di hundirda ye. Mêrê wî tê malê, jinik ji bo ku dostê wî nebîne oyin li ser mêrê xwu çêdike. ( Dostê wî ji bo ku di hundirdaye ) Ji mêrê xwu ra dibê,
- Tu bi xêr hatî ser çava ra hatî. Uuu! Tu çima wisa nexweşî rengê te çûye.
Jinik destê xwe dide ser enîya wî dibê,

21 Ekim 2018 Pazar

Qesîdebêj - Mele Asim


Mele Asim di sala 1929an de li navçeya Karazê ku girêdayî Diyarbekirêye hatiye dinê. Ew di heft salîya xwe de dest bi xwendina qesîdeyan kiriye. Herwiha gelek qesîde û beytan jî nivîsîye. Mele Asim di sala 2014an de li Diyarbekirê çû ber rehma Xwedê.Vê helbesta şairê gewre Melayê Cizîrî, Mele Asim heftê sal berê di dîwanên kurdan de wek qesîde xwendîye.


19 Eylül 2018 Çarşamba

Rizq rizqê min e



Mele Ehmed
                                                     
Çîrokkî behsa li ser mîsala rizq dane.

 Merivkî hebîye şivan bîye. Li çolê li ber pez şivan bîye. Şivanê gund e û gelê gund tên bêrîyê. Jinikkî tê da dîya yetîma ye û yek bizinkî wê ye. Di nav pezê wê da a baş a bi şîr ew e. Û çiqas tê bizina wê dotîye. Şivan ra dibê;

13 Haziran 2018 Çarşamba

Celîlê Celîl: Dijminê folklorê dem e..

   
Ji aliyê berhevkirina keresteyên folklorîk da, xemsariyeka ecêb li meydanê heye. Em wek ciwanên kurd divê haya me ji tradisyana me hebe. Ji bo zargotina kurdî mirov nikare bibêje, tiştê çû nede dû. Her ku kal û pîrek dimire, hezar tişt ji folklora me kêm dibin. Prof Dr. Celîlê Celîl nêzî pêncî salî ye bê navber karê berhevkariyê dike. Hêviya min ew e ku em bibin şagirtên wî. Gerek em bikaribin di hemû warên jiyanê de feydeyê ji folklorê werbigirin. Bila folklor bibe dijminê demê.



Celîlê Celîl û Roza Sîerra
Demir Hotel-Diyarbekir-Hezîran 2018
                 

10 Mayıs 2018 Perşembe

Mamikên Kurdî

Pirs:

'Çar ga, duwazdeh çêlek nîvî reş û nîvî belek' çi ye?

Bersiv: Dinya

Pirs:

'Heywanek heye difire lê hêk nake dizê (çêlikan dike)' çi ye?

8 Mayıs 2018 Salı

Kera Mirî ya Pişkê


Em wek POPKURDê bi kêfxweşî bloga Roza Sîera dişopînin. Em hêvî dikin tûrika wê hîn tijîtir bibe.


Mehmedemîn bi zilamekî kal re ji bo kirîna kerekê li hevdu kir.
Lê ji ber ku karê zilamê kal bi kerê xilas nebûbû li hev kirin ku, sibê derdora seat dehan Mehmedemîn, werê kera xwe ji zilamê kal bigire. 
Lê ji zilamê kal re pere zû lazim bû berîya ku ji hevdu biqetin Mehmedemîn pereyê kalo dane wî û çû malê.
Roja din hate ba kalo û jê pirsî, kalo kanî kera min wa ye ez hatim kera xwe bibim.

Kalo ji Mehmedemîn re dibêje;

3 Mayıs 2018 Perşembe

Zîzanê


      Ez vê çîroka min berhevkariya diyarîyi bloga Roza Sierra dikim. Ji ber ku ji nêriya şîr didoşe ☺
               

Hebû, tunebû rahme li dê û bavê min we bû. Zîzanê, sê birayên wê, ca wê, bavên wê û jinbirik wê. Zîzanê û jinbira xwe çûn gotin ‘ emê herin çeka(cilan) bişon.’Çûn çolê çek şûştin. Zîzanê çû nav derîkan çek raxistin. Hat, giş bibû xwîn. Nighê wê dirî tê de rabibûn, bibû xwîn.
Jinbira wê got ‘xwişka we, ne di rêya baş de ye.’Ca wê got ‘emê mala xwe barkin.’Mala xwe dan hev, ca (dayika)Zîzanê serê wê danî ser çonga xwe û digiriya. Zîzanê kete xewê, bibû sibeh malbata wê xanî bar kiribûn.

26 Nisan 2018 Perşembe

Şengilo Mengilo



Vebêj

Go hebî tinebî, bizineke kûvî hebît sê heb kehrikê wî hebî navê yekê şengilo bî yey mengilo  yey çiqilo. Bizin sibê derî çêtikir ti çû êvarê dihat. Gazî dikir di go: - ji mi ra derî veken! Her rûj di çû dihat rojek hirçê dengê bizinê seh kir. 
Hirç çû gazî kir!

24 Nisan 2018 Salı

Çêleka Zerî



    Bi wesîleya Roza'ya berkeftî xizmeteke biçûk ji bo xelkê me.


     Hebû kes ji Xwedê meztir tinebû. Çêlekik zerî hebû û keçikik hebû di ber destê ap û amojna de bû. Amojna wê tîni her ro parîk nanê cehînî dixi tûrik û keçikê dişîni ber çêlekê o nanê genim jî didi zarokê xwi. Didi zarokê xwe keçik diheri çolê ber çêlekê keçik li ber çêlekê, birçî yi rûdinê o digrî. Digrî bi çêlêkê ‘r  dipeyivi dibê amojan mi her ro nanê cehînî didi mi, dibê ez nikarim vî nanî bixwim o carê wî nanê cehînî didi çêlekê, çêlek dixwi. Zikê çêlekê pir pê dişewiti o çêlek dibê, weri dibê, ser guhkî min wê av bê tê avê vexwi o dibê li ser guhkî mi ti çi te’amê Xwedê te’ala xweş bixwazi tê wiya bixwi, wê Xwedê bidi ser wî guhî tê bixwi.

19 Nisan 2018 Perşembe

HÊRIZ Û FELEQ



Ez vê çîroka min berhevkirî diyariyî bloga Roza Sierraya xweşik û çak û çalak dikim.




Yek hebû yek tunebû, jin û mêrek hebû. Navê jinikê Hêriz û ê mêrik jî feleq bû. Hêriz û feleq du kesê pir kawik û bêhiş bûn. Hêriz û Feleq ji bo dermalê mîhek serjêkirini û kirini qelî. Keçikek wan î zewicî hebû. Rabûn gotin em ê herin cem keçka xwe. Qelîya wan di beroşê di, dest bi haziriya çûnê kirin.

15 Nisan 2018 Pazar

Şêr û Rêvî




Şêr nexweş ket temama heyweneta hat serlêdana wî û rêvî nehat. Dibê gur rabû hat fesadiya wî kir. Gur go - Binêre ya Usta! Ev rêvî heywankî xayîne em temam hatin serlêdana te û binêr ew nehatiye. Şêr go - Welle werêye. Û rêvî bihîst, rêvî hat hizûra şêr û wa tun da xwe pîs kir. Şêr go – Rêvî! Go - Hê Go - Xwedê zane tu xayîni yaw ez nexweş ketim û hewqas erqedaş hatin tu nehat kû da bûy?

6 Nisan 2018 Cuma

DÎK Û PÎRÊ

                                                                       
Pîrê dan kutan û rabû danê xwe raxist. Danê xwe raxist û dîk hat çû ser danê wê xwar. Pîrê jî şûjikek avêt qula çavê dîk xist ê çavê dîk kor kir û çavê wî derket. Çavê dîk derket û rabû got,
- Ez herim gilî! Pîrê çavê min kor kiriye ez herim gilî.
Rabû çû. Çû çû çû. Şekalê ban kir go,
-Dîk ha dîk!
Dîk go,
 -Quzilqurt û pazde firîk.
Şekal,
- Bêm çi?
Dîk go,
-Bê, dîko dikîl axa dermanê ber dil axa tê herî ku axa?
Şekalê go,
 -Dîko dîkil axa dermanê ber dil axa tê herî ku axa?
 Dîk go,
-Ez ê herim xur û xuristan bênim eskerkî giran bi ser pîra dudiran çavê min rijand seba xatirê libik dan.

25 Mart 2018 Pazar

Hûrik Hûrik Dagire Tûrik





Merhaba xwendevanên ezîz,

Min bloga xwe ji bo kurdîyeke akademîk ji bo kurdîyeke standart… Henek henek😊



Em dev ji fobîyan berdin li dû hobîyên xwe herin. Me gotibû çi? Berhevkarî.

Hobîya min a herî mezin bûye berhevkarî, ez hêdî hêdî tameke mezin ji berhevkariyê digrim. Ji bo vê tamê spasiya Weqfa Mezopotamyayê , Weqfa Bahoz Baran û Weqfa Mîkaîl Bulbul dikim. Ez hewil didim ku li bajar û gund û deverên kurdan çi di tûrikên kal û pîrên me de hene vala bikim. Bi slogana “Hûrik hûrik dagire tûrik.” Helbet tûrik teqabûlê folklora kurdî ye (çîrok ,meselok tiştanok, stran, biwêj, gotinên pêşîyan, qesîde, beyt û hwd.) Lê ez ê giranîya xwe bidim ser çîrokan, kesên ku çîrokbêj in dikarin li hev bînin guhê xwe bidim wan, ne tenê guh😊 Dengir û kamera û trîpot jî bidim wan bila di nav tûrikên wan de bihelin.

Piştre tiştên helandî îja kom bikim deşîfrasyona wan bikim û bi we ra parve bikim da ku hûn jî bihelin. Bi rastî çîrok wêneyeke neteweya kurdan e, di warê jiyana civakî de. Çîrokên gelê kurd zehf dewlemend in lê mixabin ku pir nehatine berhevkirin. Welhasil hêvîya min ew e ku ev kar di nav ciwanên me de çalaktir û zindîtir be, şevbihêrkên me çitirtir be, bila gotinên êvaran neçin qulê dîwaran heyra!! De ka em binêrin, gotinên ku ket nav dev û diranan em ê kom bikin li nav gund û şaristanan.



Ji bo berhevkariyê di van rojên nêz de bloga min û qanala min a Youtubê ewê bibin  xilamiyên hev. We go erê?
-Erêêêê!😊



Blog ji bo deşîfrasyon û wêne û çend tiştên ekstra. Qenela Youtubê ji bo qeydkirina vîdeoyan.



Li bendê bin ,li xwe miqate bin. Emanetê qencîyê bin.

fragmanimsî